Li Elmanyayê 1'emîn Mîhrîcana Çanda Êzîdxanê pêk tê 2019-05-17 13:46:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekemîn Mîhrîcana Çanda Êzîdxanê dê 1’ê hezîranê li bajarê Belefeldê ya Elmanyayê tê li dar xistin. Êzidiyên li derveyî welat xwe ji bo festivalê amade dikin.   Yekemîn Mîhrîcana Çanda Êzîdxan 1'ê hezîranê li bajarê Bielefeldê ya Elmanyayê pêk tê. Êzidiyên li Ewropayê xwe ji bo mîhrîcanê amade dikin. Mîhrîcan yekemîn a çanda Êzîdxan bi dirûşma "Xweserî ji bo Şengal, Aştî ji Rojhilata Navîn re" pê tê. Mîhrîcan wê li gorî kevneşopiya Êzdiyan pêk were. Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga tevlîbûnê kir.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi coşeke mezin em yekemîn mîhrîcana xwe bi ruhê Mamê Êzdîxanê Mam Zekî Şengalî pêk bînin û yekîtiya xwe misoger bikin. Banga me li hemû Êzdiyan ew e ku vê rojê, her kes dawet, karê takekesî û civînên xwe betal bikin û tevlî Yekemîn Mîhrîcana Çanda Êzdîxan bibin."   Komîteyê ragihand, li gel mal û komeleyên Êzidiyan, rayedarên Şaredariya Bielefeldê û partiyên siyasî yên Elman jî ji bo festîvalê hatine vexwendin. Bernameya mîhrîcanê dewlemend e. Li gorî vê yekê; Hozan Şemdîn, Hozan Xemdar & Harîman, Helbestvan Hacî Qîranî, Dexîl Osman, Narînxan, Koroya NÇÊ, Tîtalê Feyzo, Folklor, Hamit Bahoz wê hunera xwe pêşkêş bikin."