Hunermend Mizgîn li Mexmurê hat bîranîn 2019-05-12 12:02:49   MEXMUR -Jina şoreşger  û Hunermenda mezin Mizgîn (Gurbet Aydin) li Wargeha Mexmûrê j aliye Navenda Saziya Çand û Hunerê ya Mexmurê ve hat bîranîn.   Jina şoreşger  û Hunermenda mezin Gurbet Aydin (MIZGÎN) di 27’emîn salvegera şehadeta xwe de li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê Saziya Çand û Hûnerê ya Mexmûrê ve hat bîranîn.   Merasîma bîranînê li salona Konfaransê ya Mexmûrê bi tevlîbûna koma çalakiya greva birçîbûnê ya koma 48’emîn, endamên saziyên Wargeha Mexmurê û bi sedan şêniyên Wargehê  bi deqeyek rêzgirtina ji bo şervanên azadiyê dest pê kir. Li ser wate û giringiya rojê endama koordînasyona Meclîsa Îştar Cîhan Çiya axivî û got: “Em jî di kesayeta Hozan Mizgîn de hemû şehîdên şoreşê  bi bîr tinin û bejna xwe li ber wan di tewînin. Dema em wan salan bînin bir xwe em ê bibîn ku wê demê em di bin kijan zihniyet û kijan dagirkeriyê de bûn. Di salên 1980’yan de kesên ku wekî hozan Mizgin di nava Tevgera Azadiyê de pêşengtî kiribin rêzdariyê heq dikin, divê ku em wan ji bo xwe mînak bigirin û li ser şopa wan bimeşin."   ‘Hozen Mizgîn bû pêşenga hunerê’   Cîhan Çiya di berdewamiya axaftiana xwe de bal kişand  ser keda Hozan Mizgin a ji bo hunerê û wiha dewam kir: “Şîroveyên Rêbertiya me li ser Hozan Mizgîn gelek hene, ji ber ku Rêbertî di kesayeta hozan Migîn de xwest pêngavekê ji bo tevgera jinê biavêje. Ji ber  ku Hozan Mizgin hem xebatên hunerê dan meşandin, hem siyaset dimeşand û ew hem jî fermandarek bû. Ji ber vê Hozan Mizgîn nimûne ye. Wê wekî jinekê ji bo pêşketinê gavên mezin avêtin. Hunera Hozan Migîn li dil û mejiyê mirovan ma. Stranên hozan Mizgîn wê demê di got heta roja me ya îro hîna zindî ne di mêjiyê mirovan de.  Ji ber  ku wê stranên xwe  bi hestên welatparêziyê dagirtin. Hozen Mizgîn bû yek ji pêşenga hunerê.”   'Divê em li hunermendên xwe xwedî derkevin'   Endama kordînasyona Meclîsa Îştar Cîhan Çiya bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Erka me ya esasî xwedîderketina li hunermendên me ye, erka me ya esasî ew e ku em van havalan di dil û mejiyê xwe de bihêlin û li ser vî esasî em ê bi karibin bibin şopdarên şehîdên xwe. Di şexsê rêheval Hozan Mizgîn de em hemû şehîdên azadiyê bir tînin û em dibêjin em deyndarê wenin û heta dawiyê em şopdarên têkoşîna wan bin.”   Piştî  axaftinan, Sinevizyona ku li ser kesayeta Hozan Mizgîn hatibû amadekirin hat nişandan, piştî temaşekirina Sînevizyonê koma Berçem, Koma Evrîm, Koma Devrîm û Koma Meryem Xan bi dorê derketin ser dikê û ji bo bîranîna Hozan mizgîn stran pêşkêş kirin.