Cenazeyên zarokên xwe di bîran de dîtin 2019-05-10 11:08:10   AMED - Fîlma "Bîr" ya ku qala têkoşîna bê hempa ya malbatên ku li Kerboranê hatine qetilkirin vedibêje di Festîvala 7’emîn a Belgefîlma FîlmAmed de hat pêşandan.    Festîvala 7’emîn a Belgefîlma FîlmAmed bi pêşandana filmên cuda re berdewam dike. Duh belge fîlma bi navê "Bîr" ya hat pêşandan. Fîlm ji hêla  derhêner Veysî Altay û çêker Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê hat çêkirin. Fîlm li eywana ÇandAmedê hat pêşandan. Fîlma Bîr, di sala 1995'an de li Kerboranê 4 ji wan zarok, 7 kesên hatin revandin û windakirin, li ser têkoşîna bê hempa ya malbatan disekine. Bi dawîbûna fîlmê re derhênerê fîlmê pirs û bersivên temaşevanan bersivand.    ‘Çavên bêsûç bedena biçûk himbêz bikim.   Fîlma ku qala zilm û zordestiyê dike bi taybetî qetlîamên di sala 1995'an kiriye mijar. Bûyerên bi serê wan hatine, berxwedan û jana ku malbat kişandiye bi awayekî belge dide pêşandan. Di fîlmê de malbat li cenazeyê zarokên xwe digerin. Bi giranî di şkeft û bîran de hestî, cilên wan tên dîtin. Ji cilan diyar dibe ku îşkenceyên hovane li wan hatine kirin. Bi hezaran cenaze bêyî ku faîlê wan were ceza kirin û cenaze were dîtin winda ne. Hemû malbat ji bi hêviya dîtina hestiyên zarok,dê û bavên xwe dijîn. Her gotina xwe de tînin ziman ku bila goreke wan hebe em bizanin li ku derêne. Di belge filmê de her gotinên malbata, temaşevanan hestiyar dikir. Dayika ku kurê wê li ber çavê wê rastî îşkenceyê hatiye dibêje hîna li ber çavê min e dema ku lawê min av ji min dixwest. Min nekarî lêvên zuhabiyî bi dilopek av şil bikim. Çavên bêsûç bedena biçûk himbêz bikim.   'Parçeyeke biçûk ji jiyana Kurda ne’   Bi dawî bûna belge filmê re derhêner Veysî Altay pirs û nirxandinên temaşevanan guhdar kir. Veysî balê kişand li ser mijara filmê û wiha got:"Ev êrîşa bi hovane, bi awayeke zanabûn anîne bi serê Gelê Kurd ku nifşê were ji di vê tirsê de bin. Berxwedana ku malbatên wan didan niha neslê nu yê malbatê vê didin meşandin.” Veysî diyar kir ku filmê ku min derhêneriya wê kiriye rasriyeke û tenê parçeyek biçûk ji jiyana Kurda ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min di vir de xwest ew êşa bi salane tê kişandin bi were bidim nasîn. Ez 5 salan bi belge filmê re mijûl bûm. Me di wê pêvajoyê de hinek cenaze dîtin. Yek ji wan cenazeyê kurê dayika Hediyayê bû. Dema ku min vê xeberê ji wî re ragihand, ew rondikan barand û got ez pir şad bûm.”