'Heke tu xwe nas bikî tu dijî' 2019-05-04 09:54:37   AMED - Mîhrîcana 7'emîn a Şanoya Amedê berdewam dike. Şanoya bi navê "Teyba Dawî a Krap"  ya ku li ser kalekî jiyana xwe di nava sînorên çermekî naylonî de boranadiye û ji rastiya xwe dûrketiye vedibêje.    Mîhrîcana 7'emîn a Şanoya Amedê bi lîstîkên cuda berdewam dike. Di vê çarçoveya mîhrîcanê de lîstika "Tayba Dawî a Krapp" ya ku ji aliyê derhêner Emre Erdem ve hatiye amedekirin, ji aliyê lîsikvan Hilmî Demirer ve li Eywana Şanoyê ya Çanda Amedê hat pêşandan. Cara yekem bi zimanê Kurdî di Mîhrîcana Navnetewî ya li Mekedon ya yê de hatibu pêşwazîkirin. Ji derveyî wê li gelek deverên din ji bi temaşevanan re hat gel hev. Şano li Amedê bi girseyî hat temaşekirin û rastî eleqeyek mezin hat.   'Di nava sînorên naylonekî de di xerîbiyê de ye"   Şanoya bi Kurdî ya li Amedê her ku diçe dibe xwedî nasnameyekî. Yek ji van şanoyan ji lîstika "Tayba Dawî a Krapp'e". Mijara lîstokê wihaye; "Şano zelamekî kal kû bi dirêjahiya temenê xwe serbûrî û jiyana xwe li ser bandan tomarkiriye vedibêje. Kêf û kelecaniya xwe, hêrs, bextewarî, bê suudîya xwe hêvî û evîna xwe tevli wir vedibêje. Lê dema piştî çen salan li wan bandan û dengî vedigere dibîne ku çiqas ji deg û kesayetiya xwe re biyanî maye. Êdî ew di pevçûnek tûnd de ye. Şerê di navbera ciwantî û kalbûna wê de destpê dike. Bedenek ku di navbera vî şerî de xuz bûye û her ji rastiya xwe dûrbûye. Bi awirên xwe yên vale û bê wate, ew di nava sînorên naylonekî de di xerîbiyê de ye. Nîşan dide ku jiyana wê qasî wê naylonê sade û bê wateye."   Bidawîbuna şanoyê re şanoger bi çepikên girseyê hat pêşwazîkirin.