Aşûriyên Til Temir Yekşema Şeanîna pîroz kirin 2019-04-14 13:46:53   HESEKÊ- Aşûriyên Til Temirê tevî zarokên xwe li Dêra Meryem El-Ezar Cejina Yekşema Şeanîna pîroz kirin.    Îro serê sibehê li ser banga Dêra Meryem El-Ezar a navçeya Til Temirê gelê Aşûrî bi jin û zarokan ve berê xwe dan Dêrê ji ku Cejina Yekşema Şeanîna pîroz bikin. Zarokan kincên spî ku nîşana aştiyê ne li bejina xwe kiribûn.  Keşeyê Dêrê Boxus Îşaya piştî duayan, Cejna Yekşema Şeanîna ji gel re pênase kir û wiha got: "Di çanda gelê Aşûrî de ev roj gelekî bi wate ye. Em vê cejinê pîroz dikin ji bo ku neyê jibîrkirin. Bi vê cejinê em gelekî dilşad dibin û em hêvî dikin ku   Aşûriyên ji ber hovetî û êrîşên DAÎŞ'ê koçî derveyî welat bûn vegerin warê xwe." Her wiha piştî axaftinê li gorî kevneşopiya baweriya Aşûriyan Keşeyê Dêrê Boxus Îşaya piçik nan û hinek xemîr da aşûriyên ku hatin dêrê. Ev yek jî tê wateya ku berketê zêde dike.   Piştî Aşûrî ji Dêrê derketin her yek ji wan şaxeke zeyîtûnê girtin û fitara xwe ya piştî rojiya 50 rojan vekirin. Ji Aşûriyên ku axivîn Velentîna Yeqûb hest û daxwazên xwe wiha anîn ziman: "Ev roj ji bo me gelekî bi wate ye, em her sal pîroz dikin.  Lê vê salê cejna me ji salên borî xweştir û balkiştir e. Ji ber ku gelek kes ji derveyî welat vegerîyane û cejinê pîroz dikin. Êdî herêm aram e û daxwaza min ew e ku aşûrî vegerin Warê xwe. Tu dever ji axa me ne xweştir e."