Ji Berlînê berbi Horasanê: Ya herî xweş rêwitî ye 2019-04-14 09:07:52   Safiye Alagaş   STENBOL- Petra Nachtmanova ya ku yek ji muzîkjena sazê ya Rojavayê Ewropayê ye, ji bo nîşan bide ku ev enstruman bi sedsalane çawa di dilê çandan de cih girtiye, ji Berlînê çû Horosanê. Petra 10 hezar kîlometre rê çû û rêwîtiya Petrayê bû mijara fîlmê ‘Saz’ ê.   Saz belgefîlmek rê ye. Ev belgefîlm yekem fîlmê metraja dirêj yê derhêner Stephan Talneanu ye. Fîlm promiyera xwe ya cîhanê li Sînemeya Beyoglu ya Stenbolê pêk anî. Çîroka rê ya Petra Nachtmanova ku yek ji muzîkjena sazê ya Ewropaya Rojava ye. Di seranserê fîlm de saz bi stranan tê vegotin.   Petra, ji bo hîn bibe ku ev enstruman bi sedsalane çawa di dilê çandan de cih girtiye, ji Berlînê derket rê û 7 welat û 10 hezar kîlometre derbas kir û çû Horosanê. Petra bingeha vê esntrumanê ji Erdal Erzîncan, Erkan Ogur, Murat Ertel, Ayşe Şewaxî, Mubarîz Alîyev, Tellî Turnalar, Ogur Firat, Umurt Erdogan, Saz Ensemble û Tatavla Keyfî keşf kir.   ‘Ez bi zarokan re çûm qursê’   Petrayê diyar kir ku 10 sal berê li Berlînê rojên yekşemê bi zarokan re çûye qursa sazê û got: “Ev zarokên penaber bûn. Min jî mereq kir. Li ser mereqê ez bi wan re eleqeder bûm. Bi qursê re min jî li sazê da. Mirov dibêjin qey tenê ensnturmane lê ne tenê enstrumanek e. Mirov lê didin lê ya girîng stran û helbest in. Ya herî girîng jî gotin e. “   Petrayê daxuyakirin ku wê biryar daye Tirkî hîn bibe û got ne tenê ziman ji bo dîrokê jî baş fêm bike rêwitî kiriye û got wê gelek lêkolîn kiriye. Petrayê daxuyakirin ku fikra kişandina belgefîlm aydê Stephan Talneau bûye û got wan hewce dîtiye enstrumanek wisa bi Ewropayê bidin nasîn. Petrayê bi lêv kir ku wê di rêwitiya xwe ya dirêj de gelek çîrok bi cih kirine.