'Bi xêzkirina wêneyan hest, êş û berxwedana xwe rave dikim' 2019-04-12 09:01:16   Hesna Muhemed   ŞEHBA - Jina bi navê Hêvîn Birîm a ji Efrînê û niha li Şehbayê bi cih bûye hestên xwe bi xêzkirina wêneyan rave dike û dibêje:"Bi xêzkirina wêneyan hest, êş û berxwedana xwe rave dikim."   Piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bi hezaran Efrînê li Şehbayê bi cih bûn û berxwedana xwe dewam kirin. Jina bi navê Hêvîn Birîm a 35 salî, xwediyê 5 zarokan û  ji Efrînê û niha li Şehbayê bi cih bûye hestên xwe û bêrîkirina xwe ya ji bo Efrînê bi wêneyan rave dike. Hêvînê hestên xwe bi ajansa me re parve kir û got:"Ez hestên xwe yên bêrîkirina Efrînê di wêneyan de nîşan didim. Min hêviya xwe tu carî winda nekiriye. Ez dizanim ku ez ê rojekê dîsa vegerim Efrînê. Ez dizanim ku ew ê Efrîn rojekê rizgar bibe."   'Dema ez 15 salî bûm min dest bi xêzkirina wêneyan kir'   Hêvînê da zanîn ku xêzkirina wêneyan hunereke azad e û wiha got:"Dema ez 15 salî bûm min dest bi xêzkirina wêneyan kir. Hestên xwe yên ku min bi kesekî re parve nedikir min di wêneyan de diyar dikir. Birayê min jî di vê mijarê de piştigirî da min. Ez bi taybet jiyana berê ya gundan, xwezayê, jinên çandiniyê dikin xêz dikim. Xêzkirina wêneyan hunereke azad e. Divê hemû jin li vê hunera azad xwedî derkevin."   'Bi xêzkirina wêneyan hest, êş û berxwedana xwe rave dikim'   Hêvînê bal kişand xêzkirina hesreta Efrînê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Piştî ku Efrîn hat dagirkirin şûnde min êdî êş, berxwedan û komkujiyên ku hatin jiyîn xêz kir. Lê tu carî min hêviya xwe ya vegera Efrînê winda nekir. Bi xêzkirina wêneyan hest, êş û berxwedana xwe rave dikim. Ez hestên xwe yên bêrîkirina Efrînê di wêneyan de nîşan didim. Min hêviya xwe tu carî winda nekiriye. Ez dizanim ku ez ê rojekê dîsa vegerim Efrînê. Ez dizanim ku ew ê Efrîn rojekê rizgar bibe. Jinên kurd ên leheng, têkoşer, fedekar û bi rêxistinkirî tu car ji axa xwe dûr nakevin, mîrasê xwe ji dagrikeran re nahêlin. Bi çi riyê be em ê Efrînê rizgar bikin, xeyalên xwe pêk bînin."