Li Mexmûrê mîhrîcana 4’ê Nîsanê bi çoşek mezin dest pê kir 2019-04-03 11:37:59   MEXMÛR - Mîhrîcana 4'ê Nîsanê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku her sal tê lidarxistin, bi coşeke mezin dest pê kir.   12’emîn Mîhrîcana Çand û Wêje ya 4’ê Nîsanê roja rojbuna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku her sal li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî tê lidarxistin îro destpê kir. Mîhrîcana ku ji aliyê Saziya Hînkarî û Perwerdeyê ve tê organîzekirin wê 2 rojan dom bike. Bernameya mîhrîcanê bi beşdarbûna hemû xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadekariyê, li saheya futbolê ji bo hemû têkoşerên Kurdistanê bi bî deqeyek rêzgirtin dest pê kir.   Di çarçoveya mîhrîcanê de li Eywana Konferansê ya Wargehê pêşangeha wêneyan hat vekirin. Pêşengeh ji aliyê xwendevana dibistana Amadekariyê Ozlem Bîlen ve hat vekirin. Ozlem Bîlen bi boneya vekirina pêşengehê xêrhatina hemû gel û xwendevanan kir û ev pêşangeh diyarî Leyla Guven  û Nasir Yagiz û hemû berxwedanvanên grevên birçîbûnê de kir.   Piştî vekirina pêşangehê gel û xwendekar li pêşangeha ku ji 3 beşan pêk tê, geriyan. Di pêşnagehê de beşek taybet ji bo wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê hetiye veqetandin. Beşek pêşengehê, ji bo xwendevanên dibistan Navenda Hêvî hat veqetandin. Her wiha di vê beşê de ji wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji keviran dihat çêkirin ji aliyê gel û xwendevanan ve rastî eleqeyek mezin hat. Beşek pêşengehê ji bo wêneyên koçberiya Wargeha Mexmûr û beşek jî ji bo helbest û dariştinên xwendevanan hatiye veqetandin.   Di pêşengehê de her wiha xwendekar û wênesazan wêne xêz kirin. Pêşangeh wê heta 4’ê Nîsanê ji gel û xwendevanan re vekirî be. Piştî vekirina Pêşangehê li saheya Fotbolê ya mezin xwendekarên ku di pêşbirkên werzîşî de, bi rêzê maratona xwendekarên dibistana seretayî yên keç û xort, maratona xwendekarên dibistana navîn bi navê “Stêrka Ciwan” a keç û xortan pêk hat.   Piştre jî xwendekarên dibistana amadeyî ketin pêşbirka bazdana dirêj.   Di herikîna bernameya mîhrîcanê de di navbera xwendekarên dibistana seretayî de meşa 400 metre û 100 metre, her wiha beza alê ya keç û xortan pêk hat.   Mîhrîcana ku wê sibehê bi dawî bibe, bi pêşbirkên werzîşê berdewam dike.