4’emîn Mihrîcana Şanoya Yekta Herekol hat destpêkirin 2019-03-29 15:52:06   QAMISLO - Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û salvegera 14'emîn ya şehadeta Pekrewan û Hunermend Yekta  Herekol Navenda Çand û Hunera Mehmed Şêxo ya Bajarê Qamişloyê 4’emîn Mihrîcana  Şanoya Yekta Herekol  li dar xist.   Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û salvegera 14'emîn ya şehadeta Pekrewan û Hunermend Yekta  Herekol Navenda Çand û Hunera Mehmed Şêxo ya Bajarê Qamişloyê 4’emîn Mihrîcana  Şanoya Yekta Herekol  li dar xist. Di mihrîcana şano de bi dehan sazî û dezgehên sivîl û endamên çand û hunerê amade bûn.   Di roja yekemîn de Koma Reqayê  Şanoya bi navê “Şeva Mîladê” li dar xist.   Paşê nîqaş ji aliyê kesên hazir ve li ser şanoyê û rola wê di hunerê de hat kirin.   Mihrîcana şanoyê berdewam dike.