Li Kobanê mihrîcana Govenda Gelêrî ya Hunerê dest pê kir 2019-03-25 11:44:23   KOBANÊ - Bi dirûşmeya “Em bi hev re çanda xwe biparêzin” 1’emîn Mihrîcana Govenda Gelêrî û Hûnerê ya herêma Firatê dest pê kir.   Desteya Çand û Hûnera herêma Firatê bi dirûşmeya “Em bi hev re çanda xwe biparêzin” 1’emîn Mihrîcana Govenda Gelêrî û Hûnerê ya herêma Firatê li Navenda çand û hûnera Baqî Xido ya Kobanê dest pê kir.   Di mihrîcana ku dê rojekê dewam bike, komên govendê ên Kurd, Ereb, Çerkez û Turkmen beşdar bûn.   Di derbarê armanca lidarxistina mihrîcana govenda gelêrî de endama komîteya govendê Evîn Berewa ji ajansa me re axivî û got:“Me xwest ku em vê mihricana govenda gelêrî li dar bixin, da ku netewên di herêma Firatê de dijîn reng û çanda xwe bi hev re parve bikin. Govend rihê herî xurt e ku mirov çanda xwe di riya wê de biparêze.”   Dê her kom bi cil û rengên xwe yên gelêrî govenda xwe pêşkêş bikin. Di dawiya mihrîcanê de jî dê hemû kom xelatan bigirin.    Armanca sereke ya vê mihrîcanê ew e ku em yekîtiya hemû netewên herêma Firatê bidin diyarkirin. Çanda hemû gelan her tim hatiye tunekirin. Lê em hewil didin ku em bi riya mihricanên bi vî rengî çanda xwe biparêzin. Ji bo vê jî li darxistina vê mihrîcanê bersiveke ji bo hemû neyaran e. Ji ber ku neyar her tim çanda gelan hedef digire.    Mihrîcan li gor bernameya ku hatibû diyarkirin dewam dike.