Koma Helbestê ya Amedê helbestên xwe ji bo Newrozê xwend 2019-03-20 08:58:16   AMED - Koma Helbestê ya Amedê ku ji du hefteyan carekê kom dibe û bernameyên wêjeyê li dar dixe vê hefteyê bernameya ji bo Cejna Newrozê li dar xist. Di bernameyê de behsa dîroka Cejna Newrozê û di wêjeyê de Newroz hat kirin. Piştre endamên Koma Helbestê ya Amedê helbestên ku derbarê Cejna Newrozê de hatibû nivîsandin xwendin.    Koma Helbestê ya Amedê ku ji du hefteyan carekê kom dibe û bernameyan li dar dixe vê hefteyê bernameya ji bo 21'ê Adarê Cejna Newrozê li dar xist. Di bernameyê de di destpêkê de Roza Metîna behsa mijara di wêjeya Kurdî de Newroz kir. Piştre Sultan Yaray, Mehmet Sait Arzû û Ronahî Çelik behsa dîroka Newrozê kirin. Piştre endamên Koma Helbestê ya Amedê helbestên ku derbarê Cejna Newrozê de hatibû nivîsandin xwendin.    Di wêjeya Kurdî de Newroz   Roza Metîna diyar kir ku berî hezar sal berê Helbestkarê Kurd Baba Tahirê Uryan di nava helbestên xwe de behsa Newrozê kiriye û kêf û gihaştina yarê wekî kêf û şahiya Newrozê diyar kiriye û wiha dewam kir:" Melayê Cizîrî jî di dîwana xwe de navê Newrozê bi kar tîne Newrozê wekî sersala kurdan pênase dike. Ehmedê Xanî jî di destana Mem û Zîn de behsa Newrozê dike û lehengên destanê Mem û Zîn di Newrozê de dibin evîndarên hevdu. Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj û gelek helbestkarên din jî di helbestên xwe de behsa Newrozê kirine."   Herî dawî endamên komê  Şeref Akgul û Nurcan Denli helbestên ku derbarê Newrozê de nivîsandibûn xwendin. Endamên din jî helbestên ku derbarê Newrozê de hatibûn nivîsandin xwendin.