Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê: Di beşa 'Ez gulê naxwazim' de fîlmên jinan 2019-03-11 13:13:21   STENBOL-Di beşa 'Ez gulê naxwazim' a Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê de ku cara 38'emîn derdikeve pêşberî sînemahezan de fîlmên derbarê jinan de cih digirin.    Ji 38'emîn  Mîhrîcana Fîlan a Stenbolê ku ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya STenbolê (ÎKSV) ve tê lidarxistin re demek kurt ma.  Di mîhrîcana ku wê di navbera 5-16'ê Nîsanê de bê lidarxistin de di beşa "Ez gulê naxwazim" de wê 10 fîlmên ku mijarên wan jin in cih bigirin. Di vê beşê de wê temaşevan bikaribin ji welatên cuda cuda yên wekî Macaristan, Vîetnam, Sûriye, Romanya û ji gelek welstên din ên cîhanê çîrokên jinan temaşe bikin.    Fîlmên ku wê di beşa "Em gulê navxwzin" de bên nîşan dan wiha ne:   *Xizmetkara odeyê - Lîla Avîlés   *Sofia - Meryem Benm’barek   *Nefes - Arturo Castro Godoy   *Ev her tiştî diguhere- Tom Donahue   *Qûmaşê ku herî zêde jê hez dikim - Gaya Jîjî   *Parzemîna şemitok - Marîe Kreutzer   *Hevjîna 3'yemî - Ash Mayfaîr   *Alîce T. - Radu Muntean   *Bir Gün - Zsófia Szilágyi   *Onun Adı Petrunia - Teona Strugar Mitevska   Öte yandan festival programının detayları 13 Mart’ta açıklanacak.