'Rojek Ji Rêzê' wê cara yekê li Mîhrîcana Fîlmên Kurd bê nîşandan 2019-03-06 11:38:59   STENBOL - Fîlmê "Rojek Ji Rêzzê" wê cara yekê li Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê di 8'ê  Adarê de bê nîşandan. Derhinera Fîlm Nalîn Acar, bang li her kesî kir ku di 8'ê Adarê de bên tevli mîhrîcanê bibin.   Mîhrîcana Fîlmên Kurd ku ji aliyê Sînemaya Mezopotamyayê ve hat organîzekirin îro deriyê xwe ji sînemahezan re vedike. Mîhrîcana ku vê salê cara 1'emîn tê lidarxistin di navbera 6 û 10'ê Adarê de li Hola Sînemaya Mezopotamayê ya li Beyogluya Stenbolê tê lidarxistin. Di çarçoveya mîhrîcanê de, wê 33 fîlm û belgefîlm ji sînemahezan re bên pêşandin. Di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jî wê tenê fîlmên ku ji aliyê jinan ve hatine çêkirin bên nîşandan.     Fîlmê bi navê "Rojek Ji Rêzê" ku fîlmekî kurte jî cara yekê wê li vê mîhrîcanê di 8'ê Adarê de bê nîşandan.    'Ji bo ku em karibin nîşan bidin me sansur kir'   Nalîn Acar a ku bi Adar Taş re berpirsiyariya derhineriya fîlm girt ser milên xwe, diyar kir ku wan piştî perwerdeya sînemayê ya 6 mehan senaroyoya vî fîlmî nivîsandine. Nalîn diyar kir ku wan senaryo bi kurdî nivîsandine lê ji bo ku destûra li derve karibin hin beşên fîlm bikişînin wan tirkiya fîlm jî amade kirine. Herwiha Nalînê anî ziman ku ji bo li cihê serî lê dane karibin destûrê bigirin car caran di senaryoyê de guhertin jî kirine û ji mecbûrî sansur kirin.   'Wê bibûna fîlmê pişt kamerayê'   Nanlîn anî ziman ku li gel sansurê jî li gelek cihan ji wan re destûr nehatiye dayîn û wiha got: "Di navbera rewşa dawî û ya destpêkê ya fîlm de guhertinek mezin çêbû. Peyama me xwest em bidin me da lê em li gelek cihan bi astengiyan re rûbirû man. Tenê me beşa pişt kamerayê bigirta wê ew jî bibûna fîlmekî baş."   Nalîn di berdewamiyê de anî ziman ku wan peyama xwestine di fîlmde bidin di dema kêşandina fîlm de jiyane, derbarê çîroka fîlm de jî wiha  got: "Fîlm bahsa du jinên kurd ku li metrepolan jiyana li wan hatiye ferzkirin nikarin qebûl bikin û tenê ji ber cil û bergên xwe û ji ber fikrên xwe hatine terorîzkirin dike.  Di fîlm de peyama di rojek ji rêzê ya van jinan de ku çawa wekî objeyek terorê hatine nîşan dan tê dayîn."   'Werin em bi hev re di mîhrîcanê de cih bigirin'   Nalîn anî ziman ku cara yekê ji ber wê fîlmê çêkiriye bê nîşandan gelek bi kelecan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku em fîlmê xwe li cihekî taybet û di rojek taybet de didin nîşandan ev ji bo me cihê şanaziyê ye. Di 8'ê Adarê de bi hevrebûna bi gelek jinan re ji bo me gelek girîng e. Em bang li her kesî dikin ku bên tevli mîhrîcanê bibin."