2’yemîn Rojên Muzîkê ya MA Muzîkê dest pê kir 2019-03-06 10:08:38   AMED – MA Muzîkê li Amedê Rojên Duyemîn ên Muzîkê da destpêkirin.   MA Muzîk a li Amedê xebatên xwe yên muzîkê ku bi rê ve dibe bi sedan xwendekar têdigihîne. Ma Muzîkê bi wesîleya duyemîn damezrandina salvegera xwe 2’yemîn Rojên Muzîkê li Taxa Bagcilar a Navçeya Rezana Amedê li salonek dawetê ya Şato Parkê li dar xist. Namzetên Hevserokatiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen û gelek kes beşdarî çalakiya muzikê bûn. Di destpêka bernameyê de Şêrka Kaniwar axivî û got ew vê şevê diyarî Egidê Cimo dikin.     'Em ê li ziman û nasnameya xwe xwedî derkevin'   Di heman demê de Şêrka bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên di zindanan de û got:"Li ser vê axê birçîbûn serîhildan e. Em slavê ji berxwedêrên di greva birçîbûnê de ne dişînin. Em ê li ziman û nasnameya xwe xwedî derkevin."   Di destpêkê de koma ji jinan pêk tê ya bi navê Ma Jin derket ser dikê.    Temaşevanan eleqeyek mezin nîşan dan   Ji ber ku temaşevanan eleqeyek mezin nîşan da Şêrko ji wan re spas kir.    Her wiha hat gotin ku dê di meha Hezîranê de xwendekarên li Ma Muzikê dersê digirin dê mezûn bibin û belgenameyên wan ew ê bê dayin û ji bo vê yekê jî dê şev bê lidarxistin.    Etkinlik, söylenen şarkılar ardından sona erdi.