Di mîhrîcana Fîlman a Kurd de di 8’ê Adarê de fîlmên jinan tên pêşandan 2019-03-05 10:10:53   STENBOL - Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Stenbolê ku cara yekem pêk tê,di 8’ê Adarê de wê tenê fîlmên derhênerên jin bên nîşandan. Yek ji van fîlman fîlmê ‘lîstikên bê sînor’ yê Elîf Yîgît e. Elîf Yîgît bang li hemû kesî kir ku di 8’ê Adarê de bên fîlmên derhênerên jin temaşe bikin.   Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Stenbolê ku îsal a yekem pêk tê, di navbera 6-10’ê Adarê ji hezkiriyên sînemayê re deriyên xwe vedike. Mîhrîcana ji aliyê Sînema Mezopotamyayê ve tê organîzekirin û bi giştî 33 fîlm û belgefîlm wê bên nîşandan. Di 8’ê Adarê de jî wê fîlmên derhênerên jin li Salona Sînema Mezopotamya bên nîşdan. Derhêner Elîf Yîgît jî bi fîlmê xwe yê ‘lîstikên bê sînor’ derdikeve pêşberî hezkiriyên sînemayê.    Elîfê diyar kir ku wê hemû kes vexwendiyê Mîhrîcana Fîlman a Kurd ya Stenbolê. Di fîlm de çîroka zarokên ji ber şerê Sûriyeyê hatine Tirkiyeyê tên vegotin û di fîlm de ji zarokan roportaj tên girtin û wêneyên wan hatine kişandin. Elîfê wiha got: “Zarokên bi navê Hamut û Hamîdî hene. Bêguman çîroka her kesekî heye. Lê çîroka van hinek cuda ye.”   Ji ber dîwaran nikare Asmînê bibîne   Elîf der barê çîroka zarokan de wiha dibêje: “Ji ber şerê Rova her du zarok bi malbatê xwe re tên Rihayê. Tên malekê dibîn mêvan. Li wê malê zarokek di temenê Mahmut û Hamîdî de heye. Asmîn e. Hev nas kirine, lîstik lîstine. Lê piştî şer Mahmut û Hamîdî vegeryane Rojava. Beşek hevalên wan ji ber şer mirine. Piştre di navbera Tirkiye û Rojava de dîwar hatiye hunandin. Ji ber dîwaran zarok êdî derbasî sînor nebûne. Mahmut yê ji ber sînor êdî Asmîn nedîtiye, lîstikên bi Asmînê re lîstiye bi xwişka xwe Arînê re lîstiye.”   Elîfê balkişand ser fîlmê xwe û da zanîn ku wê ewil roportaj girtiye, piştre dîmen kişandiye û çawa vegeryaye dest bi amadekiriyê kiriye û got: “Min şand çend pêşbirkan. Lê wê yekem car di Mîhrîcana Kurd a Stenbolê de di 8’ê Adarê de bê nîşandan. Em her kesî wedixwînin mîhrîdanê.”