Derhênerên jin li Îzmîrê cara duyem derdikevin pêşberî temaşevanan 2019-03-02 09:13:51   Melîke Aydin    ÎZMÎR - Hefteya Derhênerên Jin, bi derhênerên jin re platformek berfireh pêşkeş dike û ji bo kesên nû ketine nav xebatên sînemayê û hezkiriyên sînemayê fîlm û bernameyan pêşkeş dike.   Hefteya Derhênerên Jin ku bi dirûşmeya ‘yên ewil nayên jibîrkirin’ sala borî pêk hat, ya duyemîn îsal di navbera 1-7’ê Adarê de li Navenda Çanda Fransiz û Navenda Çanda Turkan Saylan Îzmîrê pêk tê. Hefteya fîlman a bi sponsoriya Şaredariya Konakê pêk tê, îsal di çarçoveya wê de 8 fîlmên metraja dirêj, 4 belgefîlm, 18 kurte fîlm, 7 atolye û 4 panel wê pêk bên.   Fîlmê Çagla Zencîr yê bi navê ‘Sîbel’ di bernameyê de heye û fîlmê ‘Guven’ yê Sefa Ozturk jî heye. Fîlm wê ji her kesî re vekirî û bê pere bên nîşandan.   Derhêner Şebnem Metîner, ji organîzetoran Gulten Taranç û ji ekîba dildar a 15 kesî pêk tê Sena Keleş der barê mijarê de axivî. Şebnem Metîner diyar kir ku hawira samîmî ya sala borî pêk hatiye di berfirehbûna bernameyê de bi bandor bûye û got: “Piştgiriya şaredariya Konakê gelek girîng e. Sala borî 11 derhênerî cih girt. Îsal 25 heb tevlî dibin. Sala pêş jî armanca me ev e ku ev veguhere mîhrîcanê. Me mijarên panel, atolye û gotûbêjan bi xebatkarên sînemayê re diyar kirin. Jin li platformek wisa digerin. Tevî me îlana vekirî pêk anî jî kesên dixwazin bên vexwendîkirin hîna li me digerin. Di sektora sînemayê de hejmara jinan kêm e. Di mîhrîcanên ku mêr pêk tînin de jin winda dibin. Me jî xwest em bên cem hev û pirsgirêkên xwe diyar bikin û çareseriyê pêk bînin.”   Şebnemê daxuyakirin ku di bernameyê de wê panelek bi dayikên derhêner e pêk bînin û got wê bi derhênerên dayik re pirsgirêkan biaxivin.   ‘Hewcedariya platformekê derket holê'   Gulten Taranç a ku fikra hefteya fîlm derxist holê diyar kir ku li bajarekî mezin ên wek Îzmîrê tevî ku 6 dibistanên sînameyê heye jî mîhrîcana fîlman a metraja dirêj tune û got: “Em ewil ji bo dibistaneke bi tora jinan ava dibe ketin vê rê. Lê bi berdewamkirina vê re hewcedariya mîhrîcanek fîlmên metraja dirêj jî derket holê.”