Kevana Zêrîn Amedkariya beşdariya Mihrecana Jinê dike 2019-02-24 16:56:41   QAMIŞLO - Kevana Zêrîn a Herêma Cizîrê dest bi pirovaya xwe ji bo beşdarbûna Mihrecana Jinê ya 4'emîn ku wê bê lidarxistin dike.    Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê ji bo tevlî 4'emîn Mihrecana jinê ya li ser bakur û rojehlatê Sûriyê ku wê 1, 2'yê Adarê de were lidarxisitn bie amadekariyê dike. Têkildarî mijarê endamên kevana Zêrîn ji ajansa me re axivîn.   Endama Rêveberiya Kevana Zêrîn a Herêma Cizîrê Rûken Mihemed diyar kir ku wan dest bi amadekariya ji bo mîhrîcanê kirine û got:" 25 endamên Kevana Zêrîn, wek her sal em ê tevli vê mîhrîcanê bibin. Vê salê em ê 5 staranan pêşkêş bikin û niha li ser van stranan em pirova dikin. Di nav de 2 endamên ereb ji bajarokê Til koçerê ne, ew wê stranên erbî pêşkêş bikin. Herwiha komeke folklorê ya jinan ku ji bo tevli mîhrîcanê bibe jî tê amadekirin. Armanca vê mîhrîcanê ku tevahî berhemên jinan li bakur û rojhelatê Sûriyê, ji wêje û hûnerê derkevin pêş."   Her wiha Endama rêveberiya Kevana Zêrîn ya Gundê Girbawî  Zîlan Mecîd jî wiha got:" Ji tevahî bajar û navçeyan endamên Kevana Zêrîn em kom dikin ku bi hev re em amedkariyên xweş bikin ji bo 4'emîn Mihrecana wêje û hûnera jinê ya li ser rewşa bakur û rojhelatê Sûriyayê. Baweriya min heye ku em ê li gorî baweriya gel derkevin û tiştekî xweş pêşkêş bikin."