Dêrên dîrokî wek axûr tên bikaranîn 2019-02-24 09:09:18   WAN - Li mezraya Albucak a gundê Korlu ya 30 kîlometreyî ji navçeya Şaxê ya Wanê dure, dêrên dîrokî wek axûr tên bikaranîn.   Li navçeya Şaxê ya Wanê bi giştî 36 dêr hene. Piranî jê wêran bûne û hîna yên li ser piyan mane jî hene. Li mezraya Albucak a gundê Korlu, di dema ku dibistan tunebû Dêra Hîşet Azîz Etîenne 5 salan wek dibistana seretayî hatiye bikaranîn û zarokên 35 gundan jê mezûnin. Lê dêr dema bêxwedî ma ji aliyê gundiyan ve wek axûr hat bikaranîn. Her wiha gundiyan êm ê sewalan, sergîn, ka û êzing kirin dêrê. Dêra ermeniyan a li taxa Adnan Medres jî niha wek mala tenûrê tê bikaranîn.   ‘Leşkeran wek cihê nobetê bikaranî’   Şêniyekî gund jî diyar kir ku berê gel dêr tamîr kirine, xwedî lê derketine lê 5 sal berê dêr ji aliyê leşkeran ve wek cihê nobedariyê hatiye bikaranîn. Şêniyên gund bi lêv kirin ku leşkeran zirar dane dêrê û got ger ji aliyê rayedaran ve bihata parastin wê turîzm jî pêş biketa.