'Sitrana yekem min ji bo berxwedêrên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê nivîsand' 2019-02-23 09:06:53   Rojda Seyidxan - Diyana Mihemed   QAMIŞLO - Dengbêja jin a bi navê Canda Dawud da zanîn ku çanda dengbêjiyê bingeheha çand û hunerê ye û got:"Ez ji çanda dengbêjiyê gelekî hez dikim. Sitrana yekem min ji bo berxwedêrên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê nivîsand."   Dengbêja jin a bi navê Canda Dawud a 29 salî û ji Qamişloyê behsa çîroka xwe ya dengbêjiyê kir û got:"Ji bo çanda me li ser piya bimîne divê em xwedî li  çanda dengbêjiyê derkevin."   'Min bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gava xwe ya yekem avêt'   Candayê da zanîn ku wê di temenekî biçûk de dengê xwe yê xweş nas kiriye û got:"Dema ku ez zarok bûm min stran digot her kesî digot dengê te gelekî xweş e. Min gelekî dixwest di warê hunerê de xwe pêş bixim. Lê derfeta min tune bû. Piştî ku Şoreşa Rojava pêk hat şûnde ez tevlî Koma Botan bûm. Min wiha gava xwe ya yekem avêt. Min bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gava xwe ya yekem avêt. Min di sala 2014'an de sitrana yekem ji bo berxwedêrên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê nivîsand. Wê demê Mamoste Omer ê Navenda Çand û Hunerê Mihemed Şêxo alîkariya min kir. Di sala 2015'an de jî min stranek derbarê Newrozê de nivîsand. Di 2018'an de jî min stranek li ser koçberên ku di nava avê de jiyana xwe ji dest dabûn nivîsand. Navê stranê jî Deryaya Xedar bû."   'Min di radyoyê de bername pêşkeş kir'   Candayê da zanîn ku ji bo berdewamiya çanda dengbêjiyê ew hewldana xwe didomîne û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Min di heman demê de di Radyoya Bûyer de bernameya Jiyana Hunermendan jî pêşkeş kir. Piştî pênc mehan ji ber nexweşiya dayika xwe min dev jê berda. Min her dem hewl da ku ez hunera xwe bidomînim. Min her dixwest xewn û xeyalên xwe pêk bînim. Niha jî ez amadekariya stranek nû dikim. Ez hêvî dikim ku ew ê bi dawî bibe û hemû kes dê jê hez bike."