Zimanê dayîkê nasname ye lê xwedî derkevin 2019-02-21 10:31:43   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Bi boneya 21’ê Sibat ku Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, mamosteyên jin nerînên xwe anîn ziman û roja zimanê dayikê li dayik, mamoste û şagirtian pîroz kirin.   Mamosteyên dibistana Ehmed Sebrî ya bajarê Qamişloyê, di derbarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de  nerînên xwe anîn ziman û gotin ku zimanê dayikê nasnameye û li zimanê xwe xwedî derkevin.   Endama Rêveberiya Dibistana Ehmed Sebrî Kobra Elî roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir û wiha got:" Bi salan e ku Gelê Kurd ji mafê xwe yê zimanê dayîkê mehrûm e. Daxwaza serdestan ew e ku gelên bindest ji zimanê wan dûr bixin û bi tunebûnê re rûbirû bihêlin . Ji ber dema ziman winda bibe çand, dîrok û nasnameya wî gelî jî pêre winda dibe. Li her çar parçeyên Kurdistanê ji ber zexta pergala serdest ku ku zimanê kurdî qedexe dike Gelê Kurd nikare bi zimanê xweyî dayikê bixwîne. Li bakurê Kurdistanê ku bi milyonan kurd dijî zimanê kurdî li hemû qadên fermî qedexe ye û li Sûriyê jî Rêjîma BASS'ê ev yek pêk dianî û zimanê kurdî qedexe kiribû."    'Şoreşa Rojavaya zimanê her gelekî parast'   Kobrayê balkişand ser bandora Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li ser ziman û çanda gelan û  got:" Bi saya Têkoşîna azadiyê ku li ser axa bakur  û rojhelatê Sûriyayê çêbû, nasname, çand, ziman û hebûna her netewekî li wan gerand û parast. Asta zimanê dayîkê ku hatiyê îro li hemberî tevahî  pergalan disekine û bi ser ketiye.  Li ser axa bakur û rojhelatê Sûriyayê her kes bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde dibe û zimanê xwe li hemû qadan bi kar tîne."   'Li gel zoar û zahmetiyan me ziman parast'   Her wiha mamosteya bi navê Hûda Ehmed  jî wiha got:" Tevî zor û Zehmetiyên ku li Rojava hatin jiyîn jî zimanê dayîkê yê her netewekî parast û me hebûna wan misoger kir. Bandora pergala serdest çiqas zêde be jî li hember wê  îrade û hezkirina ji zimanê dayîkê bi ser ket. Şoreşa Ziman yek ji destkeftiyên herî mezin ên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû. xewin û xeyalên bi hezaran pêk hat.  îro her kes bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde dibe û dinvîse. Roja zimanê dayîkê li me û tevahî netew û gelan pîroz be."