Bêrîvan Zînzal: Dayik di siberoj û pêşketina ziman de rol û model e 2019-02-21 09:38:19   Roza Metîna   AMED - Helbestkar Bêrîvan Zînzal derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de da zanîn ku mirov hînî çend zimanan bibe jî bi zimanê dayika xwe dijî, êşên xwe û hestên xwe yên kûr bi zimanê dayika xwe nîşan dide û got:"Jiyan bi jinê li ser linga dimîne û bi destên jinê dixemile. Ziman xeml û kincên jinê ye. Jin zêdebûn e, bereket e, ax e, mal e û dayik e. Xweşî û nexweşiyên civakê li ser zimanê jinê kom dibin. Dayik di siberoj û pêşketina ziman de rol û model e."   Lijneya Giştî ya UNESCO'yê di sala 1999'an de biryarê digire û ji bo piştgiriya pirzimanî û pirçandiyê 21'ê Sibatê wekî "Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî" îlan dike. Derbarê girîngî û taybetmendiya vê rojê de. Her wiha derbarê bandaro zimanê dayikê ya li ser civakê de Helbestkar Bêrîvan Zînzal nêrînên xwe anî ziman û wiha got:"Taybetmendiya vê rojê ji bo min hebûn e. Li ser axa cîhanê gelek ziman ber bi mirinê ve diçin. Sedemên wê jî gelek in. Gava ziman bimire wateya gel jî namîne. Gel bi zimanê xwe zindî dimîne. Zimanê mirî axê zindî nake."   'Di warê derûniyê de zimanê dayikê girîng e'   Bêrîvanê diyar kir ku ziman çiqasî bê bikaranîn wisa pêş dikeve û zindî dimîne û got:"21'ê Sibatê ji bo pêşketina zimanên cuda girîng e. Ji bo em jî zimanê xwe pêş bixin divê em bixebitin. Di warê derûniyê de jî zimanê dayikê girîng e.  Ji ber vê yekê divê komên wekî ya Amedê xwendin û helbestan zêde bibin. Li her bajarî hezkirî û kedkarên ziman divê bicivin. Baş ne baş divê herkes hestên xwe bi zimanê xwe binivîse. Her çiqas zext li ser zimanê me hebe jî divê em dev ji nivîsandina bi zimanê xwe bernedin. Zextên li ser vî zimanî mixabin wê berdewam bike. Ziman çek e û em li ber hezar zextên girantir jî çeka xwe danînin. Kî çeka xwe dîne kujerê siberoja zarokên xwe ye. 21 ê Sibatê helbet rojek girîng e lê divê em 364 rojên mayî jî bi vî rengî bibînin û bi vê hişmendiyê bijîn. Ji ber ku em bindest in û bêwelat in divê em bêhtir berxwe bidin. Di jiyanê de mirov çawa xwediyê seknekê be ev ji bo  ziman de jî girîng e."   'Perwerdebûna bi zimanê dayikê bandorek mezin li civakê dike'   Bêrîvanê bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û wiha dewam kir:" Perwerdebûna bi zimanê dayikê û yê biyanî gelekî bandorek mezin li civakê jî li kesayetê jî dike. Ji bo kurdan destpêka dibistanê travmayek pir mezin e. Zarok heta 5-6 saliya xwe di nav sînorê zimanê dayika xwe de mezin dibe. Paşe dest bi jiyanek tevlihev dike. Pirsên kûr ji xwe dike. Mînak; çima mamoste bi zimanê dayika min nizane yan jî dayika min çima ez hînî vî zimanî nekirim? Ev pirs normal xuya bikin jî di vî emrî de destpêka travmayê ye. Ji aliyê derûniyê de jî perwerdeya bi zimanê dayikê  girîng e. Zarokên ku bi zimanê dayika xwe perwerdeyê dibînin derûniya wan baştir e. Zarok hîn di malzaroka dayika xwe de dest bi perwerdeyê dike. Zarok di zikê dayika xwe de 26 hefteyên xwe diqedîne dengê derdora xwe dibihîse û gava ji dayik dibe axaftina bi çi zimanî bihîstibe bi wî zimanî hînbûyîn hêsantir e.    'Dayik di siberoj û pêşketina ziman de rol û model e'   Herî dawî Bêrîvanê girîngiya wêjeyê û bandora wê ya li ser ziman vegot û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Helbest çem e di ziman de û divê biherike. Wêje sekna civakê ye, êş û xweşiya gel e. Ger wêje bixetime ziman dimire. Îro nê fêhmkirin wê di siberojê de qedrê wêjeyê bê fêhmkirin. Min jî xwest navê zarokên xwe di wêjeyê de bikim paşnav ji xwe re. Qe nebe Zîn û Zal bi vî awayî mabin bizanibin zimanê wan dewlemendiya wan e. Ziman di wêjeyê de sitar e. Em jî zarok jî bêsitar nemînin. Dîsa ya ku pêşengtî di pêşketina wêje û zimên de kiriye jin e. Divê qedrê jinê baş bê zanîn. Jiyan bi jinê li ser linga dimîne û bi destên jinê dixemile. Ziman xeml û kincên jinê ye. Jin zêdebûn e, bereket e, ax e, mal e û dayik e. Xweşî û nexweşiyên civakê li ser zimanê jinê kom dibin. Dayik di siberoj û pêşketina ziman de rol û model e. Loma taybetmendiya 21'ê Sibatê ji bo min hebûn e. Li ser axa cîhanê gelek ziman ber bi mirinê ve diçin. Sedemên wê jî gelek in. Gava ziman bimire wateya gel jî namîne. Gel bi zimanê xwe zindî dimîne. Zimanê mirî axê zindî nake."