Zanîngeha yekem a cîhanê li pişt têlên sînor ma 2019-02-21 09:19:14   MÊRDÎN - Keşîşxaneya Mor Yakup a li Nisêbînê ku wek zanîngeha yekem a cîhanê derket holê, stûnên wê yên ketinê li pişt têlên sînor ma.   Keşîşxaneya Mor Yakup li Nisêbîn a Mêrdînê ye û li gorî lêkolînên di 2010’an de hatiye kirin wek zanîngeha yekem a cîhanê derketiye holê. Stûnên ketinê yên Keşîşxaneyê li pişt têlên sînor terkî qedera wê hat kirin. Keşîşxaneya Mor Yakup a bi nêzîkatiya xwe ya sînorê Sûriyeyê tê zanîn û bi dîrok û xwezabûna xwe xwedî cihekî girîng e, 8 sal berê tê de kolandinên arkeolojîk hatin kirin û hatibû diyarkirin ku Keşîşxaneya Mor Yakup Akademiya Nîsîbîs yekem zanîngeha cîhanê ye. Keşîşxane Piştî Zayînê di 209’an de hatiye çêkirin û nêzî hezar û 700 sal dîroka wê heye.    Qeyûm bi stûnên nayên ziyaretkirin reklama xwe dike   Ligel 5 stûnên ku xesar dîtiye, deriyê sînorê Sûriyeyê û leşkerî heye. Stûnên dîrokî yên li pişt têlan hatiye hiştin, rewşa wan nayê zanîn. Stûnên di navbera dar û şînahiyê de maye û tu restorasyon lê nehatiye kirin, nayê zanîn ku wê heta kengî li ser piyan bimîne. Ji ber têl hatine pêçan kes nikare biçe ziyaret bike û ji turîzmê re nayê vekirin. Gelê navçeyê diyar dikin ku divê qad ji turîzmê re bê vekirin û qeyûmê tayînê şaredariya Nisêbînê bûye jî her tim vê qadê wek reklam bi kar tîne.   Dîroka keşîşxaneyê wiha ye:   Keşîşxaneya Mor Yakup Piştî Zayînê di 419’an de ji aliyê Azîz Yakup (Mor Yakup) ve tê çêkirin. Mor Yakup piştî Zayînê di 330’an de li Misirê hatiye dinê û li Îskenderiyeyê di keşîşxaneyek biçûk de dibe keşîş. Ji Misirê bi riya behrê tê Tarsûsê û ji wir jî tê Amedê. Piştre li gundê Şîluh (Salih) a Turabdîn bi cih dibe. Mor Yakup di jiyana xwe de şifa da nexweşan û her wiha bi mucîzeya xwe ya ku pitika hefteyekê daye axaftin tê zanîn. Piştre derdikeve merciya ezîzbûnê. Îro li cihê ku Keşîşxaneya Mor Yakup heye, mabet ji dema Persan maye heye. Mor Yakup Piştî Zayînê di 412’an de jiyana xwe ji dest da. Xwendekarê wî Mor Danîel tenê dimîne. Di nav demê de bi sedan keşîş li keşîşxaneyê bi cih dibin. Di dawiya sedsala 5’an de Mor Danîel jî jiyana xwe ji dest dide. Di serê sedsala 6’emîn de di navbera salên 508-5010’an de li ser navê Mor Yakup dêrek mezin tê çêkirin.   Ev di bin serokatiya Sermetran Teofîl tê çêkirin. Heta sedsala 7’emîn ev dêr saxlem dimîne. Di kîtabeyên Keşîşxaneyê de navê keşîş, sermetran û oldarên din cih digire. Keşîşxaneya Mor Yakup di sedsala 8’an de bûye Navenda Metropolîtîk, di navbera 1364-1839’an de bûye merciya Patrîklîk a herêma Turabdîn. Heta yekemîn şerê cîhanê çalak bû, heta sala 1965’an bê xwedî dimîne. Di 1965’an de ji aliyê Epîskopos Mor Iyanwennîs Efrem Bîlgîç ve Yakup Tekîn tayînê keşîşxaneyê tê kirin.