Li Amedê ji bo zarokan konser hat dayin 2019-02-18 13:21:09   AMED - Ji bo balê bikşînin  ser rewşa  zarokan konser hat dayîn. Di konsera hat dayîn de hunermend Berfin sitran got.   Li Amedê ji bo zarokên ku rewşa wan nebaş e kesên li ser medya civakî kom bûn konserek organîze kirin. Di konsera ku hat organîzekirin de hunermend Berfîn ji bo zarokan stran gotin.  hunermend berfin piştî konserê axivî û got ku ew gelek keyfxweş e û diyar kir ku  hewceye li zarokên rewşa wan nebaş e xwedî bê derketin.    Armanç xwedi derketina li zorakan e    Hêlina ku endama komê ye diyar kir ku hedefa wan xwedi derketina li zarokan ê û anî ziman ku ji bo her kesê bixwaze xwedî li zarokan derkeve deriyê wan vekirî ye.  Endama komê Hêlîn diyar kir ku hatiniya ji konserê jî ew ê ji bo zarokan bi kar bînin û ew dixwazin ku herkes pişgiriyê bide zarokan.   Konsera ku Berfînê da bi strana kurdî bi dawî bû.