Bi salane berxwe dide û destûr nade ku çanda teşiyê winda bibe 2019-02-17 09:10:16   ÎDİR - Li gundê Pirliyê yê navçeya Qulpê  dayika 78 salî Latîfe Taban, bi tena serê xwe çanda hezar salan li ser pişta teşiyê dirêse û derbasî pêşerojê dike.    Li Kurdîstanê di Mezrabotan de bi hezar salan ji aliyê jinan ve çanda teşiyê hatiye parastin û tê berdewamkirin. Çanda ku xwedî dîrokeke kevnar e niha jî di bin siya teknolojiyê de maye. Berê ji aliyê jinan ve bi teşiyê gore, xalîçe û  torbe dihatin rêsandin.  Li gundê Pirliyê yê navçeya Qulpê dayika 78 salî Latîfe Taban bi salane bi tena serê xwe çanda teşiyê diparêze. Dayika Latîfe qala çanda teşiyê kir û diyar kir ku, ew ê heta dawiya emrê xwe  çanda teşiyê biparêze û got ku parastina çanda teşiyê berpirsyariyeke dîrokî ye.    ‘Teşî çanda jinên Rojhilata Navîn e’   Latîfeyê bi lêv kir ku bi teşiyê çêkirina ben pir zehmet e û got ku teşî çanda jinên Rojhilata Navîn e û wiha axivî;" Em destpêkê hiriya pez tînîn di ava paqij de dişon. Bi alikariya teşiyê em  hiriyê dikin ben. Bi rastî hem pir zehmet e, hem jî ev kar sebir dixwaze. Teşî bi salane ji aliyê jinan ve hatiye şopandin. Gava ku mirov pir kûr û dûr diçe çanda teşiyê esasî çanda Êzidiyan e. Ev çand ji êzidiyan heta dema me ya îro tê. Berê ji her hilbîrîneke teşiyê sûd digirtin. Lê gava ku em vê serdemê dinêrîn, bi pêşketina teknolojiyê çanda teşiyê jî mir û di bin siya teknolojiyê de ma. Ji berê de li Îdirê Jinên Kurd ên Êzidî, Ecem û Ermenî kom dibûn û bi hev re teşî dirêstin. Me rojên teşiyê pêk dianîn. Ev jî nîşanî me dide ku, çanda teşiyê çanda jinên Rojhilata Navîn e. Jinan bi hev re hilbirîn dikirin. Bi rastî ev jî pir girîng û bi wate bû. Lê niha teşî mîna amûreke dîrokî tê bikaranîn."   ‘Parastina  çanda teşiyê berpirsyariyeke civakî ye’   Latîfe, destnîşanî çanda teşiyê kir û got ku divê ev çand bê parastin û wiha dom kir;” Me bi teşiyê bi hezaran tişt çê kir. Me berê kincên xwe yên herêmî li xwe dikirin û  6 jin bi hev re me hirî dişuşt. Şeş jinan hirî dişuşt, 6’an jî şe dikir. Me ji xalîçe heta ji goreyê me bi teşiyê çê dikir. Karê destan pir zehmet e û sebir dixwaze. Lê di dawiya vî karî de berhemên herî xweşik derdikevin holê. Berê  jinên ku, di warê aborî de rewşa wan ne baş, tiştên ku bi teşiyê çê dikirin difirotin û bi vî awayî debara xwe dikirin. Divê ev çand ji aliyê jinan ve bê parastin. Jin mîna berê divê rojên bi teşiyê bidin domkirin. Divê jin bibe xwebûn û afirineriya xwe mîna berê pêş ve bibe. Parastina teşiyê berpirsyariyeke civakî ye. Divê ji aliyê jinan ve bê parastin.”