Koma Helbest û Xwendinê yên Amedê dê bernameya Roja Çîrokê li dar bixin 2019-02-14 12:09:01   AMED - Koma Helbest û Xwendinê yên Amedê dê îro li Amedê bernameya Roja Çîrokê û Sêva Mêxekrêj li dar bixin. Dê Nivîskar Dilawer Zeraq, Bahoz Baran û Çîroknûs Belkisa Bitkîn wekî mêvan beşdarî bernameyê bibin.    Koma Helbest û Xwendinê yên Amedê dê îro saet di 18.30'an de li Weşanxaneya J&J'yê ya li Amedê bernameya Roja Çîrokê û Sêva Mêxekrêj li dar bixin. Dê Nivîskar Dilawer Zeraq, Bahoz Baran û Çîroknûs Belkisa Bitkîn wekî mêvan beşdarî bernameyê bibin. Dê di bernameyê de di destpêkê de mêvan biaxivin, piştre dê endamên koman çîrokên gelêrî bibêjin, piştî gotina çîrokên gelêrî dê çalakiya çanda kevnar a kurdan Sêva Mêxekrêj bê lidarxistin. Her wiha dê di dawiya bernameyê de pêşniyarên avakirina Koma Çîrokê ya Amedê û çapkirina pirtûka çîrokên gelêrî bên nirxandin.