Ji Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê Mîhrîcana Fîlmên Kurd 2019-02-07 15:57:56   STENBOL - Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê, wê vê salê cara yekê Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê pêk bîne . Hat diyar kirin ku mîhrîcan wê di naveber 6-10 Adarê de bê lidarxisitn.   Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê wê di 6'ê Adarê de bê lidarxistin. Di çarçovya mîhrîcana ku wê heta 10'ê Adarê berdewam bike de li bendê ye 30 fîlmên kurdan bên pêşandan.  Li gorî nûçeya di Bîanetê de, hat weşandin  Kolektîfa Sînemaya Mezopatamyayê di nava fîlmên ku wê li salona xwe ya li Elmadagê nîşan bide de  Efsaneya Kralê Krêt ku ji aliyê Huseyîn Tabak ve hatiye çêkirin, yê Sehîm Omer Kalîfa Zagros,  yê Hisên Hesen Reşab, yê Ender Ozkahraman Zor bîr Karar (Biryareke zahmet) , yê Haşîm Aydemîr 14 Temmuz (14'ê Tîrmehê)  û yê Veysî Altay  Bîr (Kuyu) cih digirin.   Herwiha endamên kolektîfê diyar kirin ku di 8'ê Adarê de wê tenê fîlmên derhineriya wan jinan kiriye bên nîşandan û herwiha wê panelek li ser rola jinê ya di sînemayê de jî bê lidarxisitn.   Mîhrîcan bi fîlmê Ozcan Alper ku li ser Sûra Amedê û hilweşîna wê hatiye amadekirin wê bi dawî bibe.