Pirtûka nû ya helbestê ya Fatma Savci derket 2019-02-02 12:40:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka nû ya helbestê ya bi navê Danê Baranê ya Fatma Savci derket.   Fatma Savci ji Gundê Girêmîra Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ye. Dibistana seretayî li gund qedand û di 16 saliya xwe de beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê dibe. Piştî sal û nîvekê şûnde di 1992'an de tê girtin û di sala 2003'an de serbest tê berdan. Pirtûkên helbestê yên Fatma Savci yên bi navê Gulên Qasid, Xêwnên Zîvîn, Bîra Bîrînê piştî ku ji girtîgehê derdive tên weşandin. Di 2019'an de jî Pirtûka nû ya helbestê ya bi navê Danê Baranê ya Fatma Savci derket. Pirtûka Fatma ji aliyê Weşanxaneya Avestayê hat çapkirin.    Hinek risteyên ji pirtûka helbestê ya bi navê Danê Baranê wiha ne:   "Min bêriya payizê kiriye, pelên gwîzê hilîne Di ber sînga xwe de Destên min keçên darebiyê ne  Wê şax bidin li pey te Çavên min du stêrkên şîn wê ji azadiyê re şiyar bimînin Xema nexwe qufle nakim vî derî zanim tu yê di berbangekê de Li takên porên min vegerî."