Kovara Zanistî û bîrdozî ya Jineolojî bi hêjmara nû derket 2019-02-02 09:35:49   AMED - Hêjmara 12'emîn a Kovara Zanistî û Bîrdozî ya Jineolojî bi dosyaya "Rêbazen Berxwedanê ya Jinê 2" derket.    Kovara Zanistî û Bîrdozî ya Jineolojî ku heta niha bi nivîsên xwe yên lêkolînê balê dikişîne ser jiyan, dîrok, çand, berxwedan, pirsgrêk û afirîneriya jinê û rêbazên çareseriyê niqaş dike, bi dosyaya "Rebazen Berxwedanê ya Jinê 2" derket. Kovara Jîneolojî di hêjmara 12'an a meha Çile, Sibat û Adarê de balê dikişîne ser Rêbazên Berxwedanê yên Jinê. Kovara ku ji 3 mehan carekê derdikeve di vê hêjmarê de mijarên "Sekna Dilpakî ya Hebûnê: Berxwedan, Li Îranê Tevgera Jinan û Rêbazên Berxwedana Jinan, Ji Hîndîstanê heta Cezayirê torên berxwedana jinê,  Jinên xwe ji xweliya xwe di afirînin, Li ZAD'an cerebeyên têkoşîna jinê, Ji salên 90'î heta îro Tevgera Jina Kurd,  Mînakên kampanya têkoşîna femînîst, Jinên misilman çi dixwazin, têkoşîna çi didin? Rojnivîskên Berxwedanê yên Afrîqeya Jinan, Jinên li nava çar dîwara hilnayên, Di ronahiya berxwedana 40 salan de 'Medyayek din pêkan e?', Berxwedanên femînîst: Dema stratejî tê diyarkirin û ji pratîkê teori tên ristin, Vegotinên konferansa şoreşa di pêvajoya avakirinê de, Gotubej: Li Fîlîstinê cerebeyên berxwedana jinan.