Îdiaya Keleha Mêrdînê hatiye firotin 2019-01-31 09:05:25   MÊRDÎN - Hat hînbûn ku qada Keleha Mêrdînê ya ji derveyê radara aydê NATO’yê dimîne, firotine Orhan Mîroglu yê AKP’yî û ev qad ji bo kafe û restorantê hatiye kolandin.   Keleha Mêrdînê ku bi dîroka xwe ya 3 hezar salî mirovan matmayî dihêle ev 55 sale ji gel re girtiye. Keleha ku wek hêlîna qertelê tê zanîn di salên borî de ji bo ji turîzmê re bê vekirin serlêdan hat kirin lê ne ji gel re ne jî ji turîzmê re hat vekirin.   Li gorî îdiayên li bajar ketiye rojevê, tê gotin ku li herêma ji derveyê radara NATO’yê maye ji bo kafe û restorantê xebatên kolandinê tên kirin. Hat îdiakirin ku qad ji aliyê parlamenterê berê yê Mêrdînê Orhan Mîroglu ve hatiye girtin.   Li gorî şêniyên bajar, qada mijara gotinê ye bêyî îhalê hatiye firotin. Ji bilî îdiayên hatine gotin, nayê zanîn ku wê keleh kengî ji turîzmê re bê vekirin.