Medreseya Feqiyê Teyran a dîrokî terkî qedera wê hat kirin 2019-01-20 09:07:27   ŞIRNEX - Şirnex a bi çand û dîroka xwe tê zanîn, avahiyên wê yên dîrokî bi xetereya tunebûnê re hatiye rû hev. Yek ji van avahiyan jî medreseya ku ji aliyê zanyarê Kurd Feqiyê Teyran ve hatiye avakirine.   Şirnex a bi çand, dîrok û xwezaya xwe balê dikşîne, ji Çiyayê Cudî, bajarên antîk, şikeft û warên dîrokî re malovahiyê dike. Bajarê di alî dîrokê de balê dikşîne niha bi xeterê re rû bi rû ye. Medresa Feqiyê Teyran, Xerabeyên Kasrîk, Pira Kevir di bin rîska tunebûnê de ne.   Ji medreseyê tenê dîwar man   Medreseya Feqiyê Teyran a li Gundê Keraşîn a Guçlukonak a Cizîrê ye, her kesî matmayî dihêle. Tenê dîwarên medreseyê li ser piyan mane. Mederese ji aliyê zanyarê Kurd û nûnerê wêjeya gel a tasavvufî Feqiyê Teyran ve hatiye avakirin. Ji ber piştguhkirinê têk çûye.   Li bendî restorasyonê ye   Medreseya ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Muze û Hebûnên Çandî ya Wezareta Çand û Turîzmê ve nayê parastin, darbeya herî mezin, di sala 1990’an de ji ber xebatên riya bejayî girtiye. Ji ber çêkirina rê beşek mezin a medreseyê xera bûye û piştî vê jî nehatiye restorekirin.   Her wiha li Cizîrê gelek avahiyê din ên dîrokî li ber tunebûnê ne. Yek ji van Xerabeyên Kasrîk in. Ji dema Asuriyan maye û texrîbatek mezin dîtiye. Her wiha benda avê ya Oren Yerî, pir û berhameyên bajarên antîk jî li ber tunebûnê ne.