Rejîma Îranê zarokek qetil kir
- 12:41 18 Ocak 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Hana’yê ragihandî, rejîma Îranê li Kirmaşanê jinek Kurd binçav kir û zarokek 3 salî qetil kir.
Rêxistina Mafê Mirovan a Hana bi daxuyaniyek ragihand ku li bajarokê Giyelan Xerbî ya ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, çalakvana mafê mirovan a Kurd Kejal Wetenpûr ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve hate birin.
Her wiha Rêxistinê destnîşan kir ku Kejal Wetenpûr beriya niha di dema beşdarbûna xwepêşandanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ve hatibû binçavkirin û êşkenceyek tund a fîzîkî û derûnî lê hatibû kirin. Bi çêkirina senaryoyekê, li Dadgeha Şoreşê ya Kirmaşanê bi 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.
Li gorî heman daxuyaniyê, li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê zaroka sê salî ya bi navê Melîna Esedî dema ku bi dayîk û bavê xwe re di xwepêşandanek girseyî ya li parêzgehê de, ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hate qetilkirin.
Rêxistina Hana da zanîn ku rejîma Îranê hewl daye ku zextê li malbata Melîna Esed bike da ku xwepêşanderan bi qetilkirina Melînayê sûcdar bikin.







