TJA: Rêya azadiyê di têkoşîna rêxistinkirî re derbas dibe 2026-11-14 15:29:23   KOCAELÎ - Aktîvîsta TJA'yê Damla Bagci, di axaftina xwe ya li pêşandana fîlmê ku di çarçoveya çalakiyên bîranînê yên 25'ê Mijdarê de hatibû organîzekirin de, diyar kir ku jinên li dijî sîstema serdestiya mêr û şêwaza jiyana ku li ser wan hatiye ferzkirin, derdikevin dibin hedef.û got: "Em jin, ew kes in ku dikarin li ber xwe bidin, rê vekin û vê hişmendiyê pêş bixin."   Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jina, li navenda navçeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Gebze ya Kocaeliyê, pêşandana fîlma "Çîroka Jiyanê" li dar xist. Fîlmê ku derhêneriya wî Ahmet Haluk Unal kiriye û di sala 2018'an de hatiye weşandin, balê dikişîne ser berxwedana şervanên jin ên Kurd ku li herêmên Kobanê, Cizîr û Efrînê yên li bakurê Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê li ber xwe dane.   'Bi hêz û vîna azad niha dema jinan e'   Beriya pêşandanê ku bi rêya şahidiyên fermandara li Efrînê, Jiyan Tolhildan, têkoşîna jinan a li dijî serdestiya mêr, hem li qadên şer û hem jî di jiyana civakî de vedibêje, aktîvîsta TJA'yê Damla Bagci axaftinek kir. Damla Bagci da zanîn ku ew ji 2'ê Mijdarê ve bi dirûşma " Bi hêz û vîna azad niha dema jinan e" çalakiyan li dar dixin û got: "Em ev mehek e li qadan in û heta 25'ê Mijdarê jî dê li qadan bin. Em li qadên giştî, li kolanan û li taxên xwe bi jinan re tên cem hev."    ‘Têkoşîna jinan beşek ji civakeke demokratîk e’   Damla Bagci bal kişand ser wê yekê ku têkoşîna ji bo azadiya jinan nikare ji "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" cuda were nirxandin, destnîşan kir  ku pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimîninwekî tundî, îstismarkirina kedê, pirsgirêkên nasnameyê û lêgerîna azadiy divê wekî parçeyên ji heman tevahiyê bên nirxandin. Damla Bagci bi gotina ku dirûşma “Jin, jiyan, azadî” felsefeyeke jiyanê temsîl dike axaftina xwe berdewam kir û wiha got: “Pirsgirêkên wekî tundiya li dijî jinan, îstismarkirina kedê, beşdariya siyasî, azadî û nasname, hemû bi awayekî giştî bi van pêvajoyan ve girêdayî ne. Ev gelek sal in ku em dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ berz dikin û bi jinan re li gelek qadan tên gel hev.”   Damla Bagci bal kişand ser wê yekê ku divê jin hêza xwe ji tecrûbeyên dîrokî yên têkoşînê werbigirin û diyar kir ku ew bi rêya vî fîlmî, armanc dikin ku pêşveçûna berxwedana li Rojavayê û qonaxên cûrbecûr ên ku jinan tê de ev têkoşîn ava kirine, lêkolîn bikin.   ‘Jin dikarin rê li ber jinên din vekin’   Damla Bagci diyar kir ku divê têkoşîna ji bo azadiya jinan bi rêya hişmendiya kolektîf û piştevaniyê were berfirehkirin û tekez kir ku çareseriya pirsgirêkên têkildarî nasname û azadiya jinan, di têkoşîna rêxistinkirî de ye. Damla Bagci da zanîn ku tevgera ku ji aliyê jinan ve ji rabirdûyê heta roja me hatiye avakirin, niha gihîştiye bi milyonan kesan û got: “Jin hem bi krîzeke cidî ya nasnameyê re rû bi rû ne, hem jî bi pirsgirêka bidestxistina azadiyê re. Em jin, ew kes in ku dikarin van pirsgirêkan çareser bikin, rêya pêş vekin û vê hişmendiyê pêş bixin. Dibe ku têkoşîna me bi çend jinan dest pê kiribe, lê ew veguheriye tevgereke ku bi hezaran, heta bi milyonan kesî dihewîne. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku êdî tu jinek neyê kuştin.”   Çalakî bi nîqaşa li ser fîlmê “Çîroka Jiyanê” bi dawî bû.