Li Pirsûsê Konferansa Meclîsa Jinan a DEM Partiyê
- 16:55 17 Temmuze 2026
- NAROJANE
RIHA - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, bi dirûşma “Bi têkoşîna azadiya jinan ber bi civaka demokratîk ve” li Pirsûsê konferansa xwe ya herêmî pêk anî.
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) konferansa xwe ya herêmî li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê hat lidarxistin. Ji bajarên herêmê yên wekî Semsûr, Dîlok, Meletî û Mereşê gelek jin tevli bûn. Konferans bi dirûşma “Bi têkoşîna azadiya jinan ber bi civaka demokratîk ve” dest pê kir. Di salonê de pankartên “Bi Jinên Sosyalîst re Aştiya Civakî û Civaka Demokratîk Ava Dikin” û “Jin, Jiyan Azadî” hatin daliqandin.
Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu axaftina vekirinê kir û di axaftina xwe de bal kişand ser wate û girîngiya konferansê û rojeva ku dê bê nîqaşkirin.
Di berdewamiya konferansê de bal hat kişandin ser rol û girîngiya jinan a di pêvajoyê de û hat destnîşankirin ku divê piştgirî û rêxistinbûna jinan di her qadê de bi awayekî hîn bihêztir bê meşandin.
Piştî axaftinên vekirinê, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
