Komîsyon hat rexnekirin: Gava şênber tuneye

  • 09:06 14 Mijdar 2025
  • Rojane
STENBOL - Jinan diyar kir ku nezelaliya pêvajoyê didome û bang kirin ku divê ji komîsyona meclîsê gav bên avêtin.
 
Di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a tê meşandin de çav li gavên ku dewlet bavêje ne. Ji Komîsyona Hevgirtina Millî, Xwişk- Biratî û Demokrasiyê ya li Meclîsê hatiye avakirin jî gav tên payîn. Bangên ji bo sererastkirinên qanûnî jî didomin.
 
Jinan der barê pêvajoyê de ji JINNEWS’ê re nirxandin kir.
 
‘AKP her diçe zemîn winda dike’
 
Nivîskar Sîbel Ozbudun diyar kir ku desthilatdarî der barê pêvajoyê de dualî dilîze û wiha got: “Li Rojhilata Navîn, mijara gotinê ye ku Tirkiye kontrola xwe winda bike. Fikara ku Tirkiye bi Israîlê re bibe cîran heye û Kurd xistin dewrê û dixwazin Tirkiyeyê bidin aliyê xwe, navberê de tamponekê ava bikin. Fikara MHP û AKP’ê jî di vî alî de ye. Fikara AKP’ê heye, zemîna xwe winda dike. Ji ber pozîsyona Amerîka û Israîlê ez bi hêvî li pêvajoyê nanêrim.”
 
‘Niyet pir cuda ne’
 
Sîbel Ozbudun daxuyakirin ku AKP’ê hîna tu gaveke şênber navêtiye û wiha dirêjî dayê: “Niha ji bilî mafên ji bo Kurdan hatine nasîn tu sozek din tune ye. Gav bi tedbîr û tirs tên avêtin. Li Tirkiyeyê di navbera muxalefet û muxalefeta kedê  û Kurdan de di mijara projeya azadbûnê de hevkariyek tunebe wê pêvajo bibe qurbana polîtîkayên reel. Di pêvajoyên berê de jî heyet hebûn, lê encam li holê ye. Di vî alî de ez bawer nakim komîsyon bigihêje encamên baş.”
 
‘Divê em li kolanan bin’
 
Endama Lijneya Rêveberiya Partiya Çep a Keskan Çîgdem Ozbaş jî mafê hêviyê nirxand û wiha anî ziman: “Pêkanîna mafê hêviyê gelek girîng e. Divê ev daxwaz bên cih. Dema ev gav bên avêtin, wê hêviya ji bo aştiyê mezin bibe û her kes xwe ewle hîs bike. Berovajî wê em ê bikevin pozîsyoneke temaşevan. Heta ku pêkan e em divê ji bo daxwazên xwe bên cem hev. Çarçoveya 25’ê Mijdarê em bi jinan re di 16’ê Mijdarê de li Qada Bakirkoyê kursiyê ava dikin û li wir gotina xwe dibêjin. Hewcedariya her kesî heye ku di vê pêvajoyê de di alî aştiyê de gav bên vêtin. Divê em bi hev re li kolanan bin û dengê xwe bilind bikin. Ji komîsyonê gavek şênber tuneye. Em vê derfetê bikar bînin. Em bixwazin dikarin her tiştî pêkan bikin.”