
ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
- 09:00 8 Adar 2025
- Rojev
*Sîna Wegner da zanîn ku jîneolojî tenê zîhn xwedî nake, di beden, hest û rih de tê xwedîkirin û got: “Tevgera jinên Kurd li ser mîrateya têkoşîna femînîst hat avakirin û tevgerên jinan ên li welatên Rojava ji aliyê pergalê ve hatin qelskirin. Jin bi hezaran salan e li berxwe didin û îro jî ji bo azadiyê têdikoşin."
*Ayşe Çîftçî li dijî zewaca temenê zarokatiyê, li dijî zextên hatine kirin bi gotina "Jin azad nebe civak azad nabe" berxwedan û veguherîna xwe daye destpêkirin û got: “Ji bo azadiya min tu tiştekî ez nekim tunebû. Min ev ji zûde ji têkoşîna jinê fêr kiribû. Min ji bo jiyanek bi rumet têkoşîna xwe meşand. 18 sale têdikoşim. Em ne mahkumê bêçarebûnê ne. Paradîgmayeke me ya ku azadiya jinê esas digire heye.” BI DÎMEN
*Jinan diyar kirin ku li Tirkiyeyê her roj du jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin û ev encama polîtîkaya dewletê ye û gotin divê dewlet gavên ku hemû aliyên civakî dihewîne bavêje. BI DÎMEN
*Jinan der barê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn û gotin: “Merciyê xwedî berpirsyarî divê gavê bavêjin. Banga dîrokî ya Birêz Abdullah Ocalan, divê ji aliyê dewletê ve bê hembêzkirin. Divê dewlet berpirsyariya xwe bîne cih.” DÎMEN HEYE