ROJEVA 04'Ê ADARA 2025'AN 2025-03-04 09:00:00     * Di pêşketina şoreşa jinê de ligel çarçoveya îdeolojîk, yek ji aliyê girîng zanista civakî ya şoreş xwe dispêrê. Zanista civakî ya Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê, yanî ‘jîneolojî’, îro ji aliyê hemû jinan ve bi eleqeyek mezin tê şopandin û nîqaşkirin. DOSYA    * Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, di çarçoveya starta ku dan de destnîşan kir ku xebatên didin meşandin têr nake û peyama “Ne tenê îro, em ê her tim li qadan bin” da. BI DÎMEN    * Dayikên Aştiyê piştî peyama nivîskî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û diyar kirin ku ew ji pêvajoyê bi hêvî ne û gotin: "Divê her kes ji bo aştiyê têbikoşe û bi berpirsyarî rabe. Divê her du alî jî beşdarî têkoşînê bibin." BI DÎMEN    * Endamên Komeleya Dema Jinê, bi dirûşmeya “Em tên bi azadiya jinê, demê dorpêç bikin” 8'ê Adarê pêşwazî dikin û diyar kirin ku ew ê li qadan bin û têkoşîna jinan a ku pêşengtî kirine hembêz bikin. BI DÎMEN    * Jinên ku di beşên cuda de dixebitin diyar kirin ku keda jinê tê paşguhkirin û îstîsmarkirin û ji bo dawî li vê îstîsmarê bê divê rêxistinbûna jinan bê berfirehkirin. Jinan bi wesîleya 8'ê Adarê bang li her kesî kir ku dakevin qadan. BI DÎMEN    *Têkoşîna jinan a li Kanadayê ji kevneşopiyên pêşeng ên kevnar ên civakên xwecihî heya lêgerîna wan a nûjen a ji bo mafan dirêj dibe. Jin li ser şopa Molly Brant îro jî ji bo wekhevî, edalet û mafên jiyanê dengê xwe bilind dikin.   *Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan a ku di Şandeya Îmraliyê de cih girt, derbarê hevdîtinên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirine de agahî da û got: “Birêz Ocalan diyar kir ku li şûna pevçûnan dem dema avakirina demokrasî, pêşeroja Tirkiyeyê û pêşeroja Gelê Kurd hatiye. Werin em vê firsenda dawî bi kar bînin, Tirk, Kurd, jin û ciwan, banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' bi cih bînin. Ev bang li cihekî ku çarçoveyeke qanûnî û bingeheke qanûnî tunebe tu wateya wê nîne." BI DÎMEN