Li Colemêrgê li dijî tundiyê meş: Em destûrê nadin qirkirinê
- 15:57 12 Hezîran 2026
- Rojane
COLEMÊRG- Endama DBP Narîn Gezgor di meşa ku ji aliyê TJA ve li dijî kuştina jinan û şîdeta li ser jinan hate lidarxistin de axivî û got, "Di salekê de, 175 kes ku 35 ji wan jin bûn, întîxar li wan hat ferzkirin. Em ê têkoşîna xwe ji bo guhertina qanûnan bidomînin. Em rê nedin ku kuştinên jinan berdewam bikin."
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Colemergê li dijî kuştina jinan, şîdeta li ser jinan û polîtîkayên bêcezatiyê meşek li dar xist. Meşa ku ji ber Ruya Plaza dest pê kir, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê û gelek jin beşdar bûn. Di meşa ku pankartek bi nivîsa "Kuştina jinan polîtîk e, em - bêcezatiyê tehemûl nekin" hate vekirin, jinan gelek caran dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kirin..
'Di salekê de li 175 kesan îtîxar hat ferzkirin'
Cîgira Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Narîn Gezgor, di meşa ku li ber avahiya Bajrê a Colemêrgê ya DEM Partiyê bi dawî bû de axivî û diyar kir ku ew li dijî kuştina jinan in. Narîn Gezgor Hamîde Çiftçi bi bîr xist ku sê roj berê ji aliyê mêrê pê re hatibû zewicandin ve hatibû kuştin û diyar kir ku li Colemêrgê di salekê de li 175 kesan întîhar hatiye ferzkirin . Narîn Gezgor, tekez kir ku 35 ji wan kesên ku întîhar kirine jin in û got, "Mirinên gumanbar ji zihniyeta baviksalar û zihniyeta dewletê diqewimin. Em ji bo ji holêrakirina vê zihniyetê têdikoşin. Kuştina jinan êdî bûye jenosîdeke li ser bingeha zayendî ye. Yên ku jinan dikujin ew in ku ji Peymana Stenbolê vekişiyane. Sedema kuştina jinan siyaseta bêcezatiyê ye. Em Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin ji têkoşîna azadiyê ya ku jinan bi hezaran salan e dimeşînin cuda nakin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku tu jin bi tundiyê re rû bi rû nemîne, zihniyeta baviksalar biguherin û qanûnan biguherînin. Em ê rê nedin ku kuştinên jinan berdewam bikin."
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.








