‘Mafê hêviyê daxwazeke hiqûqî û rewaye’

  • 20:26 9 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî sîstema tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo naskirina ‘mafê hêviyê’ yê di hiqûqa navneteweyî de, meşeke girseyî hat lidarxistin.
 
Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî sîstema tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo naskirina ‘mafê hêviyê’ yê di hiqûqa navneteweyî de, meşeke girseyî hat lidarxistin. Di meşê de banga şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û hat destnîşankirin ku naskirina ‘Mafê Hêviyê’ daxwazeke hiqûqî û rewa ye ku nayê paşgûhkirin.
 
Meşa ku bi tevlîbûna giştî xelkê wargehê, ji Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir, heta parqa Şehîd Aryen Cudî berdewam kir. Piştî meş gihişt parqê, daxuyaniyek hat dayîn. Beriya daxuyanî were dayîn ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel Elî Bilehî axaftinek kir.
 
 ‘Pêwîstiyeke serdemê ye ku ‘Mafê Hêviyê’ were pêkanîn’
 
Elî Bilehî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser biryarên saziyên hiqûqî yên navneteweyî û diyar kir ku "mafê hêviyê" ji bo her girtiyekî ku 25 salên xwe temam kiriye mafekî qanûnî ye. Elî Bilehî wiha berdewam kir: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî vî mafî diparêze û girtî dikarin jê sûd werbigrin. Ji mafekî zêdetir, ev yek pêwîstiyeke serdemê ye ku Rêber Apo jî ji vî mafê xwe yê rewa sûd wergire. Ji ber vê yekê, divê Dadgeha Mafên Mirovan vê biryarê demildest li ser dewleta Tirk bide sepandin û dewleta Tirk jî pêngavên pêwîst bavêje.”
 
‘Berjewendiyan deynin aliyekî, Mafê Hêviyê bi sepînin’
 
Elî Bilehî bi bîr xist ku beriya niha jî Komîta Wezîran a Ewropayê çend caran civiyaye, lê bi hincetên siyasî û ji bo girtina hinek tawîzan ji dewleta Tirk, ‘Mafê Hêviyê’ yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan taloq kiriye.
 
Elî Bilehî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wekî civaka Mexmûrê, em bang li Komîteya Wezîran a Ewropayê dikin ku erk û berpirsyariyên xwe yên hiqûqî bîne cih. Herwiha em bang li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî dikin ku ji bo pêkanîna mafê hêviyê gavên pêwîst bavêje û zextê li dewleta Tirk bike. Di heman demê de, banga me ji bo hemû jin û ciwanan heye ku xwedî li têkoşîna mafê hêviyê yê Rêbertî derkevin û çalakiyên xwe hîn mezintir bikin."