Ji Şaredariya Rezan atolyeya têkoşîna li dijî tundiyê

  • 18:35 9 Hezîran 2026
  • Rojane
AMED – Şaredariya Rezan di çarçoveya kampanya ‘Gotina me neqedya, em ê bi hev re tundiyê rawestî’in' li gundê Gelt bi jinan re hat gel hev û bi sernavê tundiya dîjîtal û zayenda civakî atolye pêk anî.
 
Şaredariya Rezan a Amedê di çarçoveya kampanya ‘Gotina me neqedya, em ê bi hev re tundiyê rawestî’in' li gundê Gelt bi jinan re hat gel hev û bi sernavê tundiya dîjîtal û zayenda civakî atolye pêk anî.
 
Beriya xebatê li gund derî bi derî geriyan û bang kirin ku jin bibin parçeyê piştevaniyê.
 
Di atolyeyê de psîkologa saziyê axivî û der barê tundî, newekhevî û rolên zayenda civakî de nirxandin kir.