Malbata Gulistan Doku li Dêrsimê ye

  • 12:37 14 Nîsan 2026
  • Rojane
DÊRSIM - Malbata Gulistan Doku ji bo hevdîtina bi dozger re çû pêşiya Edliyeya Dêrsimê. 
 
Xwendekara pola 2’yan a Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê Gulistan Doku, di 5’ê Çileya 2020’ê de hate windakirin û ji wê rojê heta niha tu agahî jê nayên girtin. Di çarçoveya lêpirsîna dosyaya Gulistan Dokuyê de 13 kes hatin binçavkirin. Li ser vê geşedanê, malbata Doku çû Edliyeya Dêrsimê. 
 
Dayika Gulistan Doku Bedriye Doku li pêşiya edliyeyê axivî û spasiya wezîrê dadê û dozger kir. Bedriye Doku, got: “Bila tu Gulistanên din nemirin. Bila tu kesên din vê êşê nekişînin. Bi mehan em tevek li wir girtin. Tenê gotin ‘keça te li vir nîne.’ Gelek kes tev li lêgerînan bûn. Ma ne heyfa wane jî? Çima ev bi serê keça min anîn. Ez ê niha bi dozger re hevdîtinê bikim û piştre jî biaxivim.” 
 
Bavê Gulistan Doku Halît Doku jî got ku geşedanên dawî hêvî daye wan û baweriya wan heye ku edalet pêk were. Piştre jî malbat ji bo hevdîtinê derbasî edliyeyê bû. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di çarçoveya lêpirsînê de der heqê 14 gumanbaran de biryara binçavkirinê hatibû dayin û li Stenbol, Enqere, Dêrsim, Antalya û Xarpêtê di encama serdegirtinên malan de 13 kes hatibûn binçavkirin.