Newroza Îzmîrê bi coşeke mezin dest pê kir
- 12:58 22 Adar 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Newroza Îzmîrê ku bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li qada Gundogduyê tê pîrozkirin bi coşeke mezin dest pê kir.
Newroza Îzmîrê ku bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li Qada Gundogduyê tê pîrozkirin dest pê kir. Ji sibê zû ve welatî bi cil û bergên xwe yê neteweyî, xemlên xwe yên ji bo Newrozê û alan ve ji deriyê kontrolê derbas bûn û ketin li qadê. Welatî bi stran, gerandina govend û tîlîliyan qadê germ dikin. Di qadê de bi dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglu û Nûnera ESPê Melîha Kayaci dê beşdarî pîrozbahiyan bibin.
Berfirehiya nûçeyê tê…







