Li Wanê li dijî mûçeyê asgarî bertek: Gel birçî ye

  • 09:03 7 Çile 2026
  • Rojane
Oznur Deger - Buşra Turan
 
WAN - Welatiyên Wanê bertek nîşanê mûçeyê asgarî yê wek 28 hezar û 78 TL hatiye aşkerakirin da û gotin: “Jiyan zehmet e. Bi mirovan re kêf nameye. Her kes têkoşîna jiyanê dide. Keda mirovan tê binpêkirin. Ez bang li hikûmetê dikim; bila ew mehekê bi mûçeyê asgarî debarê bikin. Wê piştre rewşa me fam bikin.”
 
Krîza aborî ku her diçe giran dibe mûçeyê asgarî yê sala 2026’an di 23’ê Kanûnê de ji aliyê wezîrê xebat û ewlehiya civakî Vedat Işikhan wek 28 hezar û 75 hat aşkerakirin. Li gorî rapora Konfederaysona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (TURKÎŞ)  sînorê birçîbnûnê yê malbateke ji çar kesî pêk tê 30 hezar û 143 ye û sînorê xizaniyê jî wek 98 hezar û 188 hat aşkerakirin.
 
Sreoka Gitşî ya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzu Çerkezoglu jî da zanîn ku divê mûçeyê asgarî yê 2026’an brut 58 hezar û 273 TL bûna.
 
Jinên Wanê der barê mûçeyê asgarî de axivîn û diyar kirin ku bi vî pereyî debar ne pêkan e.
 
Gel birçî ye
 
Nurfîcan Guzel: Em nikarin debara xwe bikin. Kesên mûçeyên asgarî digirin nikarin yek fatureyek xwe bidin. Pereyê em digirin diçin fatureyan. Gel birçî ye. Zem tê mûçeyê asgarî lê li aliyê din jî her tişt tê bihakirin. Bila mûçeyê asgar30 - 40 hezar be, ew jî têr nake. 60-70 hezar be jî têr nake.”
 
‘Mirov tên binpêkirin’
 
Welatiya nexwest navê xwe bide wiha got: “Mûçeyê Asgarî pir kême. Em nikarin hewcedariyan bigirin. Enflasyon bilinde. Mirov tên binçêkirin. Em nikarin daxwazên zarokên xwe bigirin. Em yekî bigirin nikarin yê din bigirin. Kirê bihane. Divê mûçeyê asgarî 50 hezar bûna.”
 
‘Divê em ji serokomar bipirsin’
 
Emîne Kaya: “Mûçeyê asgarî kêm e. Divê hîn zêdetir bûna. Mirov nikarin debarê bikin. Her tişt bihaye. Divê 35-40 hezar bûna. Yên di kirê de nikarin bi vê debarê bikin. Pereyê tê diçe av û ceyranê. Divê çareseriya vê ji serokomar bê pirsîn.”
 
‘Bila hikûmet bi mûçeyê asgarî debarê bike’
 
Yeter Bozkurt: “Ez jî bi mûçeyê asgarî dixebitim. Bi vî pereyî debare ne pêkane. Mixabin şertên em tê de ne her kes dibîne. Ez bang li hikûmetê dikim. Bila mehekê bi mûçeyê asgarî debarê bikin. Wê demê wê me fêm bikin. Pereyên ji me tên birîn her sal ji qesrê re tê xeckirin. Mirov nikarin kîloyek goşt bigirin.  Divê mûçeye 40-50 hezar bûna.”
 
‘Ez diçim paqijiya malan’
 
Asiye Şikli: “Debare zehmete. Ez nikarim tiştekî baş ji bo mûçeyê asgarî bêjim. Çawa zem tê mûçeyê asgarî her tişt biha dibe. Ez di kirê de me. Du zarokên min hene. Hevjînê min nexweşe. Em pir zehmetiyan dikşînin. Tu hatinek me tuneye. Ez diçim paqijiya malan. Pereyê min jî tenê ji bo xurekan têr dike. Bila rewşê hinekê baş bikin ku gel debara xwe bikin.”
 
Saadet Abali: Em 8 kes in. Hevjînê min tenê dixebite. Em nikarin debara xwe  bikin. Zivistanê şertên Wanê zehmetin. Gel dixebite. Divê hinek mûçeyê asgarî zêde bibe. Jiyan bihaye.”
 
Songul Gul: “Bi mûçeyê asgarî debare ne pêkan e.. Ew pere têr nake. Divê herî kêm 35 hezar bûna.”
 
‘Her kes têkoşîna jiyanê dide’
 
Nafiye Okur jî ev tişt anî ziman: “Mirov tenê dinêrin û tiştekî nagirin. Jiyan zehmete. Bi mirovan re kêf nemaye. Her kes têkoşîna jiyanê dide. Mûçeyê asgarî têr nake. Têrî kirê jî nake. Kirê niha 25 hezare. Mûçeyê asgarî têrî tu tiştekî nake.”