'Divê di konaxa duyemîn a pêvajoyê de zagonên azadiyê derkevin'

  • 14:52 29 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Konseya Rêvebir a KCK’ê Besê Hozat anî ziman ku divê ji rêveberê herî jor ê rêxistinê heta şervanê herî nû yê tevlî bûye zagona azadiyê bê derxistin û got: “Ev mirov wê biçin; wê xebata siyaseta demokratîk û xebata civaka demokratîk bikin.”
 
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, di bernameya taybet a Televîzyona Medya Haberê de, bi wesîleya 47’emîn salvegera damezrandina PKK’ê û qonaxa gihiştî ya Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk, pêşketinên heyî re nirxand. Hozat diyar kir ku têkoşîna 52 salan a PKK’ê ji bo gelê Kurd, jinan û hemû mirovahiyê re hişmendiya azadiyê, rêxistinbûn û nirxên demokratîk da qezenckirin.
 
Besê Hozat diyar kir ku PKK ketiye qonaxeke nû ya guherîn û veguherînê û li ser paradigmaya neteweya demokratîk avakirineke nû daye destpêkirin û stratejiya têkoşîna çekdarî terikandiye û stratejiya siyaseta demokratîk esas girtiye.
 
Besê Hozat derbarê helwesta dewletê ya li hember pêvajoyê jî axivî û got, heke Tirkiye pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk çareser neke, wê bi metirsiyên mezin re rû bi rû bimîne. Hozat rexne li CHP’ê kir ku endam neşandiye heyeta Îmraliyê û bal kişand ser girîngiya Rêber Apo wekî muzakerevanê sereke yê gelê Kurd bê qebûlkirin.
 
Besê Hozat diyar kir ku eger qanûnên azadiyê û qanûnên entegrasyona demokratîk derkevin, wê kadroyên PKK’ê karibin li Tirkiyeyê tevlî siyaseta demokratîk bibin û beşdarî xebatên avakirina civaka demokratîk bibin.
 
Nirxandinên Besê Hozat bi temamî wiha ne:
 
Îro 47’emîn salvegera damezrandina PKK’ê ye. Ez pêşî salvegera 47’emîn a PKK’ê, Cejna Berxwedanê ya Kurdan ji Rêber Apo re, ji gelê me re, ji gelan re, ji jinan re, ji hemû mirovahiyê re pîroz dikim.
 
Ji şehîdê pêşîn heta yên ku herî dawî hatine ragihandin Sabrî Tendurek û Masîro Xabur, ez bi hûrmet, hezkirin û bi minet hemû şehîdên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi bîr tînim. Têkoşîna PKK’ê têkoşîneke 52 salan e. 41 sal jî têkoşîna çekdarî bû. Bi xwe re nirxên demokrasî û azadiyê yên pir mezin afirandin. Ne tenê ji bo Kurdan nirxên mezin derketin holê. Ji bo jinan, ji bo gelan, ji bo hemû mirovahiyê bi rastî jî nirx û destkeftiyên pir mezin derketin holê.
 
Di vê têkoşînê de bedelên mezin jî hatin dayîn. Di vê têkoşînê de me gelek hevalên hêja, mirovên welatparêz û şoreşger, wendakirin. Gelê me bêguman êşên mezin kişandin. Koçberiyên mezin jiya, ji warê xwe û cihê xwe hate derxistin, rastî zordariyên pir mezin hat. Lê ev bedel hemû hêjayî vê bûn. Lewre gelê Kurd rûmet bi dest xist, hişmendiya azadiyê bi dest xist û îradeya azadiyê bi dest xist. Li ser hebûna wê înkareke mezin hebû, gelê ku dihat înkarkirin bû. Gelê ku ber bi mirinê ve diçû bû. Bi vê têkoşînê gelê Kurd dîsa vejiya. Bi berxwedanê, bi têkoşîneke mezin hişmendiya azadiyê, îrade û rêxistinbûna azadiyê bi dest xist.
 
Ev bi rastî pir girîng in. Bi windakirina rûmetê re rû bi rû bû; niha bûye gelê herî rûmetdar ê herêmê û cîhanê. Bûye gelê herî demokrat û herî azadîparêz ê herêmê. Ev rûmeteke pir mezin e. Ev destkeftiyeke pir mezin e. Bi vê têkoşîna 52 salan înkar şikest.
 
Li Rojhilata Navîn PKK... 
 
Bêguman wekî min got bedelên mezin jî hebûn. Lê înkar şikest. Îro jî dewleta Tirk a ku sed sal inkar, tunekirin û qirkirina li ser gelê Kurd daye meşandin, gelê Kurd hêjî bi gotinê be jî, hê nebûye mafên zagoni, hiqûqî û destûrî jî, neketibe nava hiqûqê jî di gotinê de, di siyasetê de, gelê Kurd wekî gel tê qebûlkirin. Ev li Tirkiyeyê, li herêmê, li cîhanê tê qebûlkirin. Ev encamek pir girîng e. Ev têkoşîn bi xwe re li herêmê jî ronîbûn û hişyarbûnek kûr anî. Ji bo gelan, ji bo civaka herêmê û ji bo jinan pêvajoyeke guherîn û veguherîna mezin, ronîbûnê û li Rojhilata Navîn Ronesansê pêş xist. PKK bi rastî ji bo Rojhilata Navîn bûye tevgereke ronîbûnê û bûye tevgereke Ronesansê. Encamên vê îro bi awayekî berbiçavtir dibînin.
 
Ji bo jinan bû tevgereke azadiyê. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya jinê, di jina Kurd de hişyarî, ronîbûn, îradebûn, rêxistinbûn û asteke azadbûnê ya mezin derxistiye holê. Îro hem li herêmê hem jî li cîhanê asta ku jina Kurd gihîştiye ji aliyê hişyarî, rêxistinbûn û îradeyê ve bi rastî ji bo hemû jinan mînakek e. Ev pir girîng e. Ev di heman demê de veguherîna ku gelê Kurd jiyaye jî îfade dike. Asta ku gelê Kurd di warê demokratîk û azadîparêziyê de gihîştiye, bi asta jina Kurd ve tê îfadekirin. Ev girîng in. Ev qezançên mezin in.
 
Bi kurtî, bi vê berxwedana mezin, bi vê berxwedana bi rûmet înkar şikest. Niha em di pêvajoya avakirina azadiyê de ne. Bi paradîgmaya neteweya demokratîk, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê re em avakirineke nû pêş dixin. Ev qezanceke mezin e. Ji bo Kurdan û ji bo hemû mirovahiyê nirxeke mezin a demokrasî û azadiyê ye.
 
Heger têkoşîna 52 salan nebûya!
 
Pêvajoya ku em ketine, di me de, di gelê me de coşeke mezin çêdike. Ez bawer im ku di her kesê/î ku kûrahiya vê pêvajoyê fêm dike, tê digihîje, heman coşê dijî. Lewre bi xwefesihkirina PKK’ê têkoşîn neqediya; têkoşîn ber bi asteke pir bilindtir ve hatiye birin. Mezintir bû, belavtir bû û bihêztir bû.
 
PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de destpêka guherîn û veguherînekê ya mezin, destpêkeke bihêztir bi awayekî fermî ragihand. Ev pêvajo li ser nirxên 52 salan ên ku PKK’ê afirandine nirxên azadî, demokrasî, wekhevî, edaletê pêvajoyeke ji nû ve avabûnê ye. Pêvajoyeke guherîn û veguherînê ye. Pêvajoyeya jiyana azad, rêveberiya xweser û avakirinê ye. Ev pêvajo li ser têkoşîna 52 salan a PKK’ê, li ser berhema wê têkoşînê, mîrate û nirxên wê pêş dikeve. Heke têkoşîna 52 salan nebûya, heke ev nirxên ku têkoşînê derxistibûn holê nebûna, me yê îro nikarîba behsa guherîn û veguherînekê wiha, avakirina jiyana azad, Tirkiyeya demokratîk, Rojhilata Navîn a demokratîk, îddîa û biryardariya wê bikira.
 
Ev pêvajo hemû; îddîa, biryardarî, coş, hêvî, bawerî û şahiya wê jî, li ser encama ku ev nirx derxistine holê pêş dikeve. Ji ber vê yekê, erê, ev ne dawîbûn e, ev destpêkeke nû ye, ev pêvajoya avakirina jiyana azad e. Ev avakirina paradîgmaya azadiyê, paradîgmaya neteweya demokratîk, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ye ku ne tenê li Kurdistanê, li herêmê jî tê avakirin. Bi îddîaya belavbûna li cîhanê, xwegihandina gelên cîhanê re, xwegihandinek bihêztir mirovahiyê re, bûyîna jiyaneke nû li cîhanê, bûyîna alternatîfeke nû, ji bo gelan bûyîna alternatîfeke azadî û demokrasiyê ye û têkoşîn di vê pêvajoyê de bilind dibe.
 
Ji ber vê yekê ev jî pêvajoyeke têkoşînê ya nû ye. Bêguman ev ji xisleta PKK’ê tê. Yanî PKK her tim diyalektîka guherîn-veguherînê bi awayekî bi hêz xebitand. Dogmayan her tim lêpirsîn kir, qalib û ezberan lêpirsîn kir. PKK tevgereke ku di serdema Şerê Sar de ava bûye ye. Erê, ji sosyalîzma rastîn bandor bû. Ji paradîgmaya netew dewletê bandor bû, ji têgihiştina desthilatê bandor bû. Ev hemû rast in. Ev di bernameya wê de, di stratejiya têkoşîna wê de jî tê dîtîn. Bêguman di têkiliyên wê de, di jiyana wê de jî bi astekê xuya bûn. Lê her tim Rêber Apo lêpirsîn kir. Sosyalîzma rastîn lêpirsîn kir, pergalên netew-dewletê lêpirsîn kir. Têgihiştina netew-dewletê ya ku bi têkoşînên rizgariya neteweyî derketibû holê, wekî perspektîf û têgihiştina çareseriya pirsgirêka neteweyî, bi xêza sosyalîst a rastîn be jî bi kûrahî lêpirsîn kir. Û li ser vê yekê her tim PKK’ê, kadroên PKK’ê, gelê welatparêz, hemû çîn û kesên ku ji PKK’ê bandor bûne xist nava lêpirsîn û diyalektîka guherîn-veguherînê. Ev guherîn û veguherîna dîrokî û kûr a PKK’ê jî ji vê diyalektîka ku ji destpêkê ve dixebitî pêş ket. Erê, dogmatîzm bi astekê mezin hate jiyîn, ev bandor hemû hatin jiyîn. Lê her tim lêpirsînek, her tim diyalektîka guherîn-veguherînê di nava PKK’ê de xebitî. Mekanîzma rexne û xwerexneyê di nava PKK’ê de jî bi rastî li ser vê diyalektîkê ava bûye. Yanî têgihiştina rexne û xwerexne, çanda li ser wê ava bûye, hemû bermahiyên hiş, qalib, têgeh, nêrînên kevn her tim xistiye nava lêpirsîn, çareserkirin û têkoşîna li dijî wan, têkoşîna bîrdozî û siyasî bi xwe re aniye.
 
Ev jî zeminê guherînekê wiha kûr û bi hêz amade kir û xemiland. Ev girîng e. Kesên ku karakterê PKK’ê yê wiha, diyalektîka wê bi awayekî bi hêz fêm nekin, nikarin pêvajoyên guherîn-veguherînê yên PKK’ê jî bi awayekî rast fêm bikin. Heke em bala xwe bidin, ji sala 1993’an ve Rêbertiya me ket nava lêgerîneke wiha. Heke dewleta Tirk bikeve çareseriya siyasî, di wê pêvajoyê de Rêber Apo amade bû ji bo diyalogê. Bang kir, agirbest ragihand. Xwest pirsgirêka Kurd bi rêbazên siyasî çareser bike. Ev bi awayekî eşkere li cîhanê ragihand. Turgut Ozal xwest vê bike, peyamên erênî dan. Turgut Ozal hate kuştin. Di nava dewletê de her kesê ku ber bi vê ve diçû bêbandor kirin. Çiqas derdorên rantxwar ên ku ji şer dixwarin ava bûn û destûr neda. Ev tiştekî pir girîng e. Bêguman tiştekî bingehîn jî, helbet nêzîkbûna PKK’ê ya li jinê, têgihiştina azadiya jinê, têkoşîna azadiya jinê ye; di nava PKK’ê de jina azadbûyî her tim hişt ku PKK xwedî xêteke demokratîk û azadîparêz be û di wê xetê de hişt.
 
Di nava PKK’ê de ev diyalektîka guherîn-veguherînê ya ku min got her tim zindî û dinamîk hişt. Ev pir girîng bû. Têkoşîna ku jinê di nava PKK’ê de daye, têkoşîna azadiyê, di heman demê de di hemû PKK’ê û hemû kes û çînan ku ji PKK’ê bandor bûne de jî ev dinamîzm û diyalektîkê her tim zindî û bi hêz hişt. Ew pêvajo zeminê vê pêvajoya nû jî bi awayekî bi hêz amade kirin. Ev guherîn û veguherîn, ev diyalektîk di heman demê de mezinbûna têkoşîneyê jî… Bêguman mezinbûna wê, belavbûna wê li hemû cîhanê, pirsgirêkên gelê Kurd li hemû cîhanê xuya bûn. Îro pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêkeke herêmî û navnetewî. Ji destpêkê ve pirsgirêkeke navnetewî bû, lê dihat înkarkirin û dihat nixumandin. Politikaye qirkirineke pir kûr dihat meşandin. Niha ev hemû tişt şikandin. Ev bi rastî derbeyeke mezin li politikaya qirkirinê xist.
 
Jin şiyarbûnek mezin dijîn 
 
Me 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinê li pey xwe hişt. Bi taybetî li Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê, li parçeyên din, li Rojhilata Navîn, li navenda Tirkiyeyê û bi taybetî li Stenbolê, li çar aliyên cîhanê jinan li dijî tundiyê rabûn û bertekeke pir bi hêz nîşan dan.
 
Bi rastî çalakiyên gelekî berfireh û bi hêz ên şermazerkirinê pêş ketin. Ez pêşî vê sekna jinan, vê sekna berxwedanê ya jinan silav dikin, pîroz dikin û pir girîng dibînim. Hemû jinên şoreşger û pêşeng ên ku ji bo têkoşîna azadiya jinê bedelên mezin dane, jiyana xwe ji dest dane û şehîd bûne, ez bi hurmeteke mezin, bi hezkirin û bi mînet bi bîr tînim.
 
Bêguman bi saya van bedelên mezin îro jin, li Kurdistanê, li herêmê û li hemû cîhanê hişyariyeke mezin dijîn. Êdî pirsgirêka zayendî bi rastî bûye pirsgirêkek sereke. Di sedsala 21’emîn de jî nakokiya bingehîn û nakokiya sereke ye. Têkoşîna jinê, lêgerîna azadiyê ya jinê, xebatên ku di vê mijarê de dikin, îrada ku derdixin holê û asta têkoşîna wan pergala heyî ji kokê ve dihêjinê.
 
Sedema ku îro tundî li dijî jinê ewqas zêde bûye û gihîştiye asteke metirsîdar, hişyariya di jinê de ye, asta azadbûna jinê ye û têkoşîna ku jin pêş dixe ye. Ew metirsiya mezin e. Tirsa mezin a mêrê desthilatdar, dewleta desthilatdar û pergala modernîteya kapîtalîst e. Lewre wekî min got, ev pergalê ji bingehê ve dihejîne. Zihniyeta mêrê desthilatdar bi awayekî giran dihejîne û direşîne. Ji ber vê yekê zihniyeta desthilatdar, pergal û çanda desthilatdar niha di pêvajoyeke helandinê ya pir giran de ne. Ev pir girîng e. Bêguman ev bi vê têkoşînê çêbû. Bi bedelên mezin ên ku jin dane û bi têkoşîna wan a mezin çêbû. Ev bi rastî pir girîng e.
 
Tundiya li dijî jinê rewşekê ku tenê îro tê jiyanin nîne. Bi rastî tundiya mêr a li dijî jinê dibe ku destpêka şerê yekemîn bû. Destpêka tundî û şerê ku pergala desthilatdar li dijî civakê pêş xistiye bû. Ev tundî bi awayekî kûrtir bûye çand, bûye kevneşopî, bûye pergal û heta îro hatiye û kûrtir bûye. Îro wek tundiya li dijî jinê, li dijî zarokan, li dijî ajalan, li dijî xwezayê û li dijî civakê derdikeve holê. Ev jî wekî qirkirin derdikevin pêşberî me: qirkirina civakê, qirkirina jinê, qirkirina xwezayê. Ev ji bo civakê û ji bo mirovahiyê felaketeke mezin e. Yanî ewqas tundî û şer gihîştiye vê astê. Êdî bûye êrişeke li dijî hemû nirxên mirovahiyê, bûye tundiyek li dijî wan.
 
Têkoşîna birêxistinkiri û yekbûyîn 
 
Têkoşîna li dijî tundiyê bes di 25’ê Mijdarê de gelekî berbelav e. Helbet bi pêşxistina çalakiyên protestokirinê ya bi awayekî xurt sînordar nîne, jixwe nabe jî. Birêxistinbûneke bir xurt hewce ye. Yanî tekane rêya wê ev e. Heya ku em xwe ji zîhniyet, feraset, çand û pergala  serweriya mêran rizgar nekin, em nikarin çanda tundiyê ji holê rakin. Ev rastiyek e. A niha zîhniyet û pergala serweriya mêran lûtke û xala herî pêşveçûyî ye, vaye pergala kapîtalîst modenîst dibe pergala netewdewletê. Rêya derbaskirina vê pergalê, vê çandê û xwejêrizgarkirina çanda zayendperest a serweriya mêran çi ye? Çareseriya wê çi ye? Perwerdebûn, birêxistinbûnû zanedarbûna jinan ya gelekî berbelav, kûr, piralî û berfireh e. Meşandina têkoşîna birêxistinkirî û yekbûyî ye. Li gel pêşketin, berbelavbûn, gerdûnîbûna vê yekê wê pergala serweriya mêran, çand û jiyana zayendperest ya serweriya mêran a ji aliyê vê pergalê ve hatiye afirandin ji holê rabin. Wê bandora xwe winda bike, bikeve pêvajoyeke guherînê ya mezin. Wê li her derê meyla azadîparêz, wekhevîparêz û meyl, çand, jiyan û feraseta demokratîk serwer be. Ji ber wê yekê bes rizgarkirina jinekê, dengbilindkirina têkildarî jineke ku li rastî tundiyê hatiye yan jî hatiye qetilkirin yanî têkoşîne sînordar wê me heya cihekî bibe. Helbet bi bandor e lê belê me nabe encameke serkeftî.
 
Helbet divê em van yekan jî bikin. Têkildarî komkujî û cinayetên yekjimar dengbilindkirina bi rêxistinkirî, têkoşîn û pêşxistina protestoyan girîng e. Lê belê çareseriya esas, birêxistinbûna bi awayekî berbelav e. Meşandina têkoşînê ya bi awayekî gelekî xurt e û li gel hemû jinan pêşxistina têkoşîna yekbûyî ye. Ev gelekî girîng e. Bûyîna deng û îradeyeke hevpar e. Divê teqez ev yek were pêşxistin. Divê bi awayekî berbelav li her derê jin werin perwerdekirin, werin zanedarkirin û berê wan bidin nava têkoşînê. Divê xweparastina jinan were pêşxistin.
 
Helbet mezintirîn xweparastin, birêxistinbûn e. Ev yek rast e. Lê belê pêşxistina hemû jinan ya li gel hişmendiya xweparastinê, sekn û têkoşîna xweparastinê ya hemû jinan a li hemberî hemû meylan û xistina nava têkoşînê gelekî girîng e. Pêşxistina vê yekê ya bi awayekî xurt. Divê hemû rojan bikin roja têkoşîna li dijî tundiyê  û hemû vê têkoşînê jî belav bikin hemû deman û wê berdewam û berbelav bikin. Ev yek girîng e.
 
Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk, pêvajoya ji aliyê Rêber Apo ve jî hatiye pêşxistin ji bo vê yekê gelekî girîng e. A rastî bihêztirîn sekna li dijî tundiyê, ev pêvajo bi xwe ye. Ev sekneke li dijî tundiyê ye.
 
Ji ber vê yekê xwedîlêderketina vê pêvajoyê ya ji aliyê hemû jinan ve, têkoşîna ji bo serkeftina vê pêvajoyê, meşandina têkoşîna yekbûyî di heman demê de wê li hemberî tundiya li ser jinan jî bibe sekn û helwestek. Divê ev yek were zanîn û bi awayekî xurt tevlî vêpêvajoyê bibin û lê xwedî derkevin.
 
Di sala 2004'an de dev ji netew-dewletê berda 
 
Me gelek caran pêngavên yekalî avêtine. Lê belê divê ev rastî bê zanîn. Biryara PKK’ê ya fesixkirinê û bidawî anîna têkoşîna çekdarî ya li hember Tirkiyeyê di 5-7’ê Gulanê de li ser bingeha van tiştan çênebû. Yanî têgihiştineke mîna ku dewleta Tirk tiştek wisa xwestiye û Rêber Apo li ser vê bingehê bang kiriye û tevger kongreya xwe pêk anî xwe fesix kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî, heye. Tiştek bi vî rengî nîne. Rêber Apo vê biryarê bi îradeya xwe ya cewherî da. Di vê mijarê de ji Tevgerê re jî name şand. Ev yek hat parvekirin ji xwe. Peyamek bi dîmen jî şand. Bi şêwayên cuda ji Tevgerê re perspektîf jî şandin. Rêber Apo bername; raporeke polîtîk ji Kongreyê re şand. Manîfesto jî pêşkêş kir. Rêber Apo di daxuyaniya 27’ê Sibatê de sedemên vê yekê bi rengekî pir balkêş û kurteber parvekiribû.
 
PKK’ê tevgerek bû ku di dema Şerê Sar de hat damezrandin û heta astek, ji şert û mercên wê demê bandor bû. Li ser vê bingehê têkoşîna xwe meşand. Nirxên pir girîng derketin holê. Lê belê di tevahiya vê demê de, piştî 50 salan a têkoşînê, li herêmê li cîhanê û li Kurdistanê pêşketinên pir cidî çêbûn. Di vê wateyê de, pergal hilweşiyan. Sîstema cîhanî ya herdu cemseran hilweşiya. Li gelek deverên cîhanê, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê pir cidî heye ku zêdetirî 30 salan berdewam dike. Hevsengiyên sedsala 20'an li herêmê xera bû. Herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Gelek tişt guherî. Gelek dînamîkên têkoşînê û hevsengiyên siyasî guherî. Bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re gelek tişt jî guherî. Rêbaz û amûrên têkoşîna 50 salî ya ku PKK'ê dimeşîne, êdî di vê serdemê de bersivên têrker nadin. Ji bo ku ev têkoşîn bi ser bikeve, pêwîstî bi misogerkirina azadî û hebûna gelê Kurd, azadî û wekheviya gelan, demokratîkbûyîna herêmê û rê û rêbaz û amûrên cuda yên têkoşînê heye. PKK'ê di sala 2004'an de dev ji paradîgmaya netew-dewletê berdabû.
 
Paradîgmaya neteweya demokratîk bêguman ne paradîgmayeke nû ye. Wekî ku min got, lêgerîna guhertinê di salên 1993’yan de dest pê kir û hêdî hêdî pêşve çû. Di sala 2004'an de jî di vê asta paradîgmatîk de îfadeya xwe dît. Di sala 2005 'an de sîstema KCK'ê hat îlankirin. Li ser bingeha paradîgmaya neteweya demokratîk sîstema konfederasyona demokratîk hate îlankirin. Di rastiyê de, PKK’ê ji sala 1993'yan ve di pêvajoyeke guhertin û veguherînê re derbas dibe. Ew guhertin û veguherîna li cîhanê dibîne. Ew hevsengiyên ku pêk tên dibîne. Ew rêbazên têkoşînê yên tên guhertin dibîne. Ev niha serdema teknolojiyê ye. Şêwazên şer, taktîk û amûrên şer li gorî vê yekê pêş dikevin. Ew van hemûyan analîz dike û dişopîne. Li gorî vê yekê ketiye nav tiştekî pir cidî. Di vê wateyê de, bi biryar û însiyatîfa xwe, me biryarek wisa ji bo guhertinê da.
 
Me dev ji stratejiya têkoşîna çekdarî berda, me ew li pey xwe hişt. Me stratejiya siyaseta demokratîk pejirand. Me dev ji paradîgmaya netew-dewletê berda. Me ji zû ve li ser vê mijarê biryar dabû. Têkoşînek hebû, li ser wê bingehê xebat hebû. Bi kongreya 12'emîn a PKK'ê re me dawî li vê yekê anî. Me li ser bingeha misogerkirin û avakirina azadiya gelê Kurd, parastina nasname, hebûn û mafên wan, li ser bingeha neteweya demokratîk, paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk, demokratîk stratejiyeke têkoşînê pejirand û me ev biryar da. Me ev biryar bi îradeya xwe ya azad û bi dilxwazî da. Em di vê mijarê de pir bi biryar in. Berî her tiştî, em vê yekê zelal bikin. Divê di vê mijarê de tevlihevî çênebe.
 
Avakirina civaka aştî û demokratîk 
 
Bê guman, em ketin nav pêvajoyekê. Bi awayekî xwezayî, dewlet jî bi erênî li vê pêvajoyê nihêrî. Guhertina stratejiyê, stratejiya siyaseta demokratîk esas girtin, armanca pirgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareserkirin ji aliyê PKK’ê ve, ji aliyê dewletê ve jî erênî hat dîtin û germ pêşwazî kir. Ev pir zelal e. Dema Rêber Apo rapora siyasî pêşkêşî kongreyê kir, bi destûra dewletê pêk hat. Şandina peyama bi dîmen jî bi destûra dewletê pêk hat. Banga Rêber Apo ya 9'ê Tîrmehê bi destûra dewletê pêk hat. Her kesî temaşe kir. Bi Rêbertî re hevdîtin têne kirin. Heyeta DEM Partiyê diçe. Herî dawî komîsyon çû. Ev hemû bi destûra dewletê pêk tê. Ev jî tê wateya ku: Dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk vekirî ye. Ew dibêje 'Erê'. Wisa xuya dike. Di vê wateyê de Rêber Apo jî weke muxatab qebûl dike. Ev hemû baş in.
 
Di tevahiya vê pêvajoyê de, me gelek gav avêtin. Bi biryara fesixkirinê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî re me di 11'ê Tîrmehê de bi merasîma şewitandina çekan re, biryardariya xwe bi rengekî xurt nîşan da. Ev di rastiyê de helwestek bû, helwesteke ku nîşan da em heta çi astê li pişt biryara ku me di kongreyê de girt û em çiqas bi biryar in. Dibe ku forma wê leşkerî bû; Di rastiyê de ev çalakî peyamek siyasî ya pir bihêz ragihand. Ev çalakiyek siyasî bû. Pêngavek siyasî û helwestek a aştiyê bû. Ev biryardariyek di stratejiya siyaseta demokratîk de bû. Ev israr û daxwazek bû. Merasîma 11’ê Tîrmehê ev tişt nîşan da. Çalakiya 11’ê Tîrmehê di avakirina zemînê de jî rol lîst û rê li ber aştî û pêvajoya civakî ya demokratîk vekir. Ji ber ku pêvajo hêdî hêdî ber bi xitimandinê ve diçû. Lê belê, gavên şênber û pratîkî ku piştgiriyê pêvajoyê bike ji hêla dewletê ve bi têra xwe nehatin avêtin. Helwest û seknek wiha tune bû. Di vê wateyê de, ev çalakî di heman demê de bû çalakiyek ji bo derbaskirina xitimandineke muhtemel, bi awayekî xurtkirina bingeha aştî û pêvajoya civaka demokratîk, û afirandina perspektîfan. Herî dawî di 26’ê Cotmehê de, piştî biryara kongreyê ji hin herêmên Bakur û Tirkiyeyê ku îhtîmala provakasyonan lê hebûn komek hevrê bi pêşengiya hevrê Sabrî Ok li ser navê Rêveberiya Tevgerê daxuyanî hat dayîn. Ev pêngav jî bi armanca destekkirina pêvajoyê û pêşî li xitimandina muhtemel girtine, ev pêngav bi biryardarî hat nîşandan.
 
Li herêma Zapê ya Rojava jî rîska pevçûnê hebû. Hêz di nava hevde bûn û xetên temasê bûn. Komên li wir jî hatin vekişandin. Helbet ev hemû nêzîkatiyek ji bo hêsankirina pêvajoyê, xurtkirin û piştgirîkirina bingeha aştî û pêvajoya civaka demokratîk bû û nîşandana biryardariyê bû. Ev pir girîng in. Heta niha, kîjan gav ji perspektîfa dewletê hatine avêtin? Dema ku ev gav hemû hatin avêtin, bê guman tecrîd jî sist bû. Di rejîma tecrîdê de, di sîstema wê de sistbûnek heye. Şande diçin hevdîtinê. Rêber Apo nêrînên xwe digihîne Tevgerê. Name dinivîse. Tevger bersiva nameyên Rêber Apo dide. Rewşeke ragihandinê, danûstendina nameyan heye. Şert û mercên tecrîdê yên Rêber Apo bûye mijareke pir cidî di rojevê de.
 
Li vir, mafê hêviyê tê nîqaş kirin. Bi temamî ji holê rakirina tecrîdê tê nîqaşkirin. Pêngava azadiyê ya cîhanî hebû ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dikir. Di rastiyê de, bi vê pêvajoyê re ev hewldan hîn xurttir bûye. Gelek komên ji seranserê cîhanê, heta mirovên ji her qada jiyanê, pirsgirêka azadiya fîzîkî ya Rêber Apo anîn rojevê. Wan piştgirî da. Helwesta Rêbertî ya aştîyane, piştgiriyeke mezin wergirt. Ev pir girîng in. Ev mafê hêviyê ye, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Sererastkirina şert û mercên jiyanê û azadiya Rêber Apo ye. Ev mijar ket rojevê. Niha, li ser vê yekê rojevek cidî û nîqaş heye. Heta em dibihîzin û difikirin ku di çarçoveya hin çalakî û amadekariyên cuda de nîqaş û hewldanên derbarê pêvajoya siberojê de hene. Jixwe tiştê divê bê kirin ev e.
 
Ger Tirkiye vê pêvajoyê pêşnexe 
 
Niha, bê guman ev girîng in. Herî dawî komîsyon çû hevdîtinê. Yanî komîsyon hat avakirin, ev çend meh in dixebite û şandeyek ji komîsyonê jî çû. Ji ber vê yekê, em dikarin van hemûyan wekî gavekê binirxînin? Bê guman, ev erênî ne, baş in; lê belê, em nikarin wan wekî gavên pir bihêz jî binirxînin. Pêvajoya ku Tirkiye û herêm niha tê re derbas dibin pêvajoyeke pir dîrokî ye. Bi rastî jî wisa ye. Herêm di şoreşeke mezin de derbas dibe, ji nû ve tê dîzaynkirin. Ji aliyê din ve, hewl tê dayîn Tirkiye ji vê dîzaynkirinê dûr bê girtin. Meseleya 'mayîndetîbûna Tirkiyê' ya ku Devlet Bahçelî gelek caran tîne ziman jî bi vê yekê re têkildar e. Ev hemû rast in.
 
Bi rastî jî Tirkiye di vî alî de pirsgirêkek a mayîndetîbûnê dijî. Li ser Tirkiyeyê gefeke pir cidî heye. Ger Tirkiye vê pêvajoyê pêş nexe, gavan neavêje, ger pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser nekeve, yanî ger Tirkiye pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk çareser neke, hebûn û nasnameya Kurdan nas neke û reform û guhertinên bingehîn ên qanûnî pêk neyne, wê demê siberoja Tirkiyeyê bi rastî tarî ye. Em vê yekê bi zelalî bibêjin. Tirkiye tenê dikare hebûna xwe bi avakirina yekîtiya Kurd-Tirk li ser bingeha wekheviya demokratîk û qanûnî biparêze. Ew tenê dikare hebûna xwe bi çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser bingehek demokratîk biparêze. Ev yek eşkere ye. Dîrok vê yekê nîşan dide û Rêbertiya me her tim balê dikêşe ser vê yekê. Devlet Bahçelî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî her tim vê yekê diyar dikin. Ger yekîtiya Tirk-Kurd tê xwestin, rêya vê yekîtiyê di çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk de ye. Divê hebûn û nasnameya Kurdan bê naskirin û misogeriya destûrî hebe. Xwişk-biratiya rastîn tenê bi vî rengî dikare were damezrandin. Tenê wê demê Tirkiye dikare ji vê pêvajoya xeternak bê zirar derkeve û li ser piyan bimîne. Ev hemû rastiyek e. Gav û helwestên di vî alî de hatine raberkirin pir qels in. Di vê mijarê de îradeyek xurttir pêwîst e.
 
Desthilatdariya heyî jî berpirse 
 
Nêzîkatiya desthilatdariya heyî li pêvajoyê hîn jî pir qels e. A rast ew bêbiryar e. Bi kurtî vê desthilatdariyê hêj jî biryar nedaye ku pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîk û siyasî çareser bike. Ne xwedî hişmendiye û bernameyeke wê ya çareseriyê nîne. Li gorî vê siyasetek guncav pêşnexistiye. Helbet, ger di hişmendiyê de guhertin çênebe, ne bername û ne jî siyaset dernakeve holê. Bi kurtî pêk nayê. Di vê mijarê de rewşeke bêbiryariyê heye. Desthilatdarî pêşveçûnan dibîne, xetereyan dibîne. Ew encamên vê yekê ji bo Tirkiyeyê dizane.
 
Di vê wateyê de, kesê ku bi rastî vê pêvajoyê herî baş dixwîne û heqê wê dide - Devlet Bahçeli ye. Ew kûrahiya xetereyê dibîne. Ew van tiştan dibîne. Li gorî pêşketinan û rewşa siyasî hewl dide ku li gorî xwe rêyekê xêz bike û diyar bike. Ji ber vê ev xebatana wisa birêve naçin. Pêdivî bi cidiyet, berdewamî, samîmiyet û jêhatîbûna siyasî heye. Yanî, ger mirov li rewş û pêşketinên siyasî binêre û bibêje, 'em bisekinin û bibînin, dibe ku em ji bo Tirkiyeyê tiştekî bibînin...', heke tiştên wiha bên kirin, Tirkiye dê têk biçe.
 
Hurmeta li hemberî Rêber Apo, hurmeta li hember gel e 
 
Rêberê me di dema diyaloga navbera 2012-13’an de, di pêvajoya çareseriyê de pirsgirêka komîsyonê anî rojevê. Komîsyon di dawiya 2012’an de ket rojevê. Lê pêk nehat. Di destpêka pêvajoyê de Rêber Apo got, 'Divê komîsyoneke xwedî biryardariyê bê avakirin.' Xuya ye ne Devlet Bahçelî û ne jî Erdogan germ li mijarê nenêrîn. Destek dan, komîsyoneke wiha hat avakirin. CHP'ê jî piştgirî da vê yekê. Partiyên din ên muxalefetê jî piştgirî dan, ji bilî wan partiyên faşîst. Ew jî tevlî vê bûn.
 
Komîsyon bi mehan e xebat dimeşîne. Lê belê, komîsyon di pêvajoyek xebatê ya pir kêm re derbas bû. Komîsyon li gorî rol û mîsyona xwe kar nekir û nexebitî. Me gelek caran li ser vê yekê hişyarî û rexne kirin. Rêber Apo jî rexneyên cur bi cur kirin. Helbet girîng e ku komîsyoneke wiha an jî heyeteke ji komîsyonê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. Rêber Apo Rêberê gelê Kurd e û sermuzakeravan e. Di çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk de muxatabê sereke û sermuzakerevanê esasî ye. Ger Rêber Apo weke muxatab neyê dîtin ev dewlet wê tu gavekê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd neavêje. Helwest û nêzîkatiya dewletê ya li hember pirsgirêka Kurd û li hember Kurdan, bi nêzîkatiya wî ya li hember Rêber Apo diyar dibe. Rêber Apo muxatab girtin, tê wateya gelê Kurd muxatab girtine.
 
Hurmeta li hember Rêber Apo, hurmeta li hember gelê Kurd e. Rûniştina li dora maseyekê bi Rêber Apo re, axaftin û danûstandin kirin, tê wateya pejrandina çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingehek demokratîk. Ev tê wateya pejirandina muzakereyê. Em bi vî awayî fêm dikin. Gelê Kurd mîna goşt û neynûkan bi Rêber Apo re girêdayî ye. Ew Rêberê vî gelî ye. Ji ber vê yekê ev yek girîng e. Devlet Bahçelî jî heman tişt got. Got, ‘Ew muxatab e.’ Ev hemû rast in. Tiştek ku mirov li vê zêde bike nîne. Bi xwezayî, divê her kes bi vî rengî nêz bibûya û hîn jî pêdivî ye ku wisa be.
 
Qonaxa duyemîn: Ji her kesî re azadî 
 
Qonaxa din pir girîng e; pêvajo niha ketiye qonaxa xwe ya duyemîn. Ev serdema ku divê rêziknameyên qanûnî werin çêkirin e. Divê qanûnên ku azadî û entegrasyona demokratîk pêş dixin werin derxistin. Ger ev qanûn werin derxistin, dê mafê hemû Rêveber û endamên PKK’ê were dayîn ku siyasetê bikin û xebata civakî bimeşînin; wê demê her kes dikare bi dildarî li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk bike. Bi vî awayî, ew ê beşdarî avakirina civaka demokratîk bibin. Lê belê, ger bikevin nava nêzîkatiyek teng, dê bê wateya ku pêvajoyê qet fêm nekirine û niyeta baştirkirina wê nîne.
 
Her wiha li ser vê mijarê nîqaşên pir ji rêzê hene. Mîna ku qanûnên ji bo komek tê nîqaşkirin û derxistin heye. Nêzîkatiyên mîna ‘Qanûna Vegera Malê’ an guhertoya wê ya nûjenkirî têne pêşkêş kirin. Her wiha nîqaş hene ku kadroyên PKK’ê dê werin diyarkirin, li gorî sûcên wan werin dabeş kirin û biryar li gorî wê werin girtin. Nêzîkatiyên bi vî rengî pir ji rêzê, erzan û bêcidî ne. Ew nikarin ruh û rastiya pêvajoyê fêm bikin û heta bi vê nêzîkatiya xwe pêvajoyê sabote dikin û provoke dikin. Tu têkiliya wê pê re nîne.
 
Kadroyên PKK’ê, kadroyên vê tevgerê, daxwaza efûyê nakin. Ew ‘qanûna vegera malê’ naxwazin. Ji bo komek daxwaza qanûnek taybet nayê kirin. Ji ber ku tu kesî sûc nekiriye û ji ber vê daxwaza efûyê nakin. Efû ji bo kesên ku sûc dikin e. Me ti sûc nekiriye ku daxwaza efûyê bikin. Me têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelekî ku sedsalek e rastî qirkirinê hatiye, meşand. Ev têkoşînek ji bo hebûn û nasnameyê ye; têkoşînek pir bi rûmet e û yên ku vê têkoşînê dimeşînin mirovên bi rûmet in. Xema van mirovan ne vegera malbatên xwe an vegera jiyana asayî ye. Ev mirov qanûnên azadiyê dixwazin. Azadî ji bo her kesî. Dema ku qanûnên azadiyê bê derxistin, ev yek ji rêveberên herî mezin ê rêxistinê bigire heya şervanê herî nû ye. Ev mirov dê biçin tevlî siyaseta demokratîk bibin û ji bo civakek demokratîk dixebitin.
 
Armanca kesî ne ew e ku biçe Enqerê û li wir siyasetê bike. Ev mirov dê li seranserê Tirkiye û Kurdistanê bi avakirina demokratîk re mijûl bibin, xizmetê ji civakê re bikin, perwerde bikin û rêxistin bikin. Ew ê li ser avakirina civakê li ser bingehek azad, exlaqî û siyasî û meşandina siyaseta demokratîk bisekinin. Bi rastî, têgihîştina me ya siyasetê, berovajî baweriya wan, ne tenê bi Enqerê an jî meclîsê ve sînordar e. Mijûlbûna bi pirsgirêkên civakê û dîtina çareseriyan, siyaseta rastîn e. Ev tiştê ku ev kadro dixwazin e. Divê ev nîqaşên biçûk werin bidawî kirin.
 
Niha qanûn tên nîqaşkirin. Lê belê, bêyî demokratîkbûna Tirkiyeyê û pêşxistina polîtîka û polîtîkayên ji bo bidestxistina vê yekê, çawa qanûnên rastîn ên azadiyê an qanûnên entegrasyona demokratîk dikarin werin derxistin? Ev jî divê were nirxandin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hîn jî polîtîka, şêwaz an pêkanînek guncaw a zelal tune. Di vê qadê de guhertin û veguherînek cidî girîng in. Ziman, şêwaz û pratîka siyasetê divê biguhere; ev pir girîng e.
 
Ger qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk li ser vê bingehê werin derxistin, bê guman em ê bi didarî û bi coş beşdarî siyaseta demokratîk bibin û ji bo civakek demokratîk li Tirkiyeyê bixebitin. Ev rêya rast e. Berovajoya vê fikirîn, nîqaşên ji rêzê meşandin, dubare dibêjim nefêmkirina pêvajoyê ye.
 
CHP dikare ji xeletiya xwe paşve vegere 
 
Neketina endamên CHP’ê di nav şanda ku diçe Îmraliyê de şaşiyeke mezin bû. Ev helwest bi rastî ji berjewendiyên desthilatdariyê re xizmet kir. Wisa xuya dike ku CHP’ê bi tevahî dev ji polîtîkayên xwe yên klasîk bernedaye.
 
Rêber Apo Rêberê gelê Kurd e. Bi mîlyonan wî weke Rêberê xwe sermuzakerevan dipejirîne. Ew nasname û kesayetek civakî ye. Ger hûn endaman neşînin cem Rêber Apo, şandeyek ava nekin û wî wekî sermuzakerevanekî sereke negirin dest, ev tê wateya dûrketina ji diyalogê. Di vê rewşê de, hûn nekarin pirsgirêka Kurd bi rêkûpêk çareser bikin an jî polîtîkayên rast ji bo çareseriyê pêş bixin. Ev xala ku CHP’ê nikare fêm bike ye. Bi salan e, CHP’ê ji vê diyalogê dûr dikeve, têgihiştinek neyînî li ser Rêber Apo diafirîne û rêbazên alternatîf dişopîne. Ev nêzîkatî pir bêcidî ye. Em dixwazin vê yekê bi taybet bînin ziman.
 
Samîmiyeta CHP’ê ya li hember çareserkirina pirsgirêka Kurd, bi nêzîkatiya wê ya ji Rêber Apo re tê pîvandin. Gelê Kurd Rêber Apo wekî rêber, muxatab û sermuzakervanê xwe qebûl dike. Ger hûn vê yekê nas nekin, hûn çawa dikarin polîtîka û çareseriyên baş pêş bixin? CHP’ê di parastina xwe de dibêje, ‘Pirsgirêkek Kurd heye û bernameyek me ji bo çareseriyê heye.’ Belê başe. Mîna ku biryardarî û îdîayek wan a çareserkirinê heye tê nîşandan. Ozgur Ozel jî got, ‘Ger Kurd û Tirk wekhev bin, wê demê ev dewlet aîdê Kurdan e jî’ û got ku divê em mesele li Meclîsê bê çareserkirin. Rêber Apo jî got ‘Em pirsgirêka Kurd li meclîsê çareser bikin.’ Ji ber vê yekê got bila li Meclîsê komîsyonek ji hemû partiyan bê avakirin. Rêber Apo jî wek navnîşan meclîs nîşan da. Tevger jî got meclîs. Dîsa jî dê ev pirsgirêk di meclîsê de bê çareserkirin. CHP'ê jixwe gotibû 'bila were meclîsê'. Kes vê înkar nake! Ev gotinên rast in. Lê ger tu ji aliyê din ve bibêjî 'ez ê pirsgirêkê di meclîsê de çareser bikim’ û tu Rêber, muxatab an jî sermuzakervanê gelê Kurd nas nekî, bi rastî dê her kes henekê xwe bi te bike. Dê samîmiyet bê pirsîn, cidiyet bê pirsîn, polîtîka wê bê pirsîn, her tişt wê bê pirsîn. Mînak, ev bi xwezayî bêbaweriyê diafirîne.
 
Ev helwesta CHP’ê di nav Kurdan de hêrs û nerazîbûneke mezin derxistiye holê, nerehetî û rexne çêkiriye. Endam dayîna komîsyonê û xwedî derketina CHP’ê ji pêvajoyê re gavên erênî ne. Axaftinên wan bi rastî erênî ye û di vê mijarê de pir li pêş desthilatdariyê ye. Ji destpêkê ve, desthilatdarî ev mijar wekî "Tirkiyeya bê teror" bi nav kiriye, di heman demê de CHP’ê bi berdewamî diyar kiriye ku "ev meseleya Kurd e" û xwestiye ku li ser nîqaş bike. Heta wan mudaxele kiriye; ji wan re hatiye gotin, ‘Divê CHP’ê mijarê ewqas zelal neke" ji ber ku ew naxwazin polîtîkayên xwe eşkere bikin. Tevî van hemûyan, CHP’ê tevlîbûneke erênî kiriye.
 
Dezawantaja bingehîn a CHP’ê çiye? Ew hê jiberkirin û qodên berê nekariye derbas bike. Meylên neteweperest û rastgir ên di nav wê de bandorê li polîtîkayên wê dikin; ev ji bo rêveberiyê pirsgirêkek cidî derdixe holê. Divê li ser bê seknandin. Heta ku CHP’ê Rêber Apo muxatab negire, muxatabiya wî qebûl neke, nikare pirsgirêka Kurd li ser bingehek rast çareser bike. Ji ber vê yekê, divê ew bi awayekî rast nêzîkî vê rastiyê bibe. Bi taybetî min xwest van mijaran bînim ziman.
 
Rêber Apo girîngî da pêşengtiya CHP'ê 
 
Niha jî ew di nav komîsyonê de man. Ev girîng e. Me ji destpêkê ve got, Rêber Apo jî pir girîngî da vê yekê. Di vê pêvajoyê de, Rêber Apo bi rastî girîngî da pêşengiya CHP'ê. Rêbertî got, 'Bila CHP însiyatîfê bigire, vê pêvajoyê bi rê ve bibe.' Bo nimûne, DEM Partî jî gelek bang kirin. Me jî pir girîngî da. CHP’ê ne partiyeke ji rêzê ye! Ew partiya sereke ya muxalefetê ye. Di hilbijartinên xwecihî de bû partiya yekem a Tirkiyê. Ev girîng e. Di vê wateyê de, her tişt hêj neqediyaye. Xeletiyek hate kirin, lê ev xeletî dikare were sererastkirin.
 
CHP’ê dikare û divê van nêzîkatiyên li hemberî Rêber Apo biguherîne. Divê ew bi hêztir xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Bi rastî jî divê CHP’ê di vê pêvajoyê de însiyatîfê bigire û bikaribe tevbigere. Divê bandor û giraniya xwe bi muxatab girtina Rêber Apo re bi hêz nîşan bide. Divê bi awayekî cidî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di meclîsê de bixe rojevê. Divê bala raya giştî ya Tirkiyeyê jî bikişîne. Divê di vê mijarê de rojev û polîtîkayeke pir cidî pêş bixe.
 
Serkeftin bi têkoşînê ve girêdayî ye 
 
Em pêvajoyek dîrokî dijîn. Di vê pêvajoya dîrokî de divê hêzên demokrasîyê, ciwan, jin, karker, derdorên sosyalîst ên çepgir û aliyên demokratîk çawa tevbigerin? Divê ew tevlî têkoşîneke çawa bibin? Divê ew çi rolê bigirin? Erê, ew hewce ne ku vê pêvajoyê pir bi hêz bi rê ve bibin. Divê ev pêvajo bi civakî bibe. Di civakîbûna vê pêvajoyê de, di xwedîderketina vê pêvajoyê de ji hêla tevahiya civakê, hemû beşên demokrasiyê, beşên sosyalîst ên çepgir, tevgera jinan û hemû hêzên ekolojîk de girînge. Hilweşandineke cidî ya hawirdorê heye. Ev pêvajo di vî warî de jî pir girîng e. Tevgerên hawirdorparêz, hemû dînamîkên li Tirkiyê, bi taybetî jin û ciwan, divê pêşengiyê di vê pêvajoyê de bikin. Divê hemû hêzên sosyalîst ên demokrat û çepgir jî pêşengiya vê pêvajoyê bikin. Divê ew bi hêz bipejirînin û di civakîbûna vê pêvajoyê de roleke pir xurt bilîzin. Divê ew têkoşînê mezin bikin û bilind bikin. Divê li tevahiya Tirkiyeyê belav bikin.
 
Ez vê yekê ne tenê ji bo Tirkiyeyê dibêjim. Divê ev têkoşîn bi piştgiriyeke xurt li çar parçeyên Kurdistanê, herêmê û derveyî wê were pêşxistin û divê ev piştgirî di asta gerdûnî de were pêşxistin. Ev pir girîng e. Desthilatdarî ji bo ku ev pêvajo bi civakî nebe polîtîkayên xelet meşandin. Bi rastî roleke neyînî lîst. Bi taybetî, uslûbên kesên mîna Yaşar Guler, Hakan Fîdan û Omer Çelîk pêvajoyê jehrî dike û provoke dike. Komên din jî helwest û uslûbên bi vî rengî bikar tînin. Beşên randxwar hene ku ji pêvajo û şer xwedî dibin, beşên dijî pêvajoyê û komên dijî Kurdan hene. Ev kom rê li ber civakîbûna pêvajoyê digirin û civakê jehrî dikin. Ji ber vê yekê, pir girîng e ku muxalefeta demokratîk, derdorên cûrbecûr û bi taybetî tevgera jinan pêşengiya pêvajoyê bikin, roleke xurt di civakîbûna pêvajoyê de bilîzin û piştgiriyeke xurt biafirînin. Divê ev têkoşîn bi xurtî berdewam bike.
 
Bi gotineke din, ev pêvajoyeke têkoşînê ye. Eger em vê têkoşînê li her derê bi hêz bimeşînin wê ev pêvajo bi ser bikeve. Eger têkoşîn nebe wê ev pêvajo hêdî hêdî bê astengkirin û encamên pir neyînî bi xwe re bîne. Serketina vê pêvajoyê girêdayî têkoşînê ye.
 
Xwedî li derketina elewiyan 
 
Li Sûriyeyê bi rojan e li dijî Elewiyan qirkirinek pêk tê; berê jî li peravê komkujiyên giran çêbûne. Gefên bi vî rengî li dijî Durziyan jî tên kirin û gefên li dijî Kurdan jî berdewam dikin. Ev rewş pir xeternak e. Heke ev berdewam bike, Sûriye dê careke din bikeve nav şerekî navxweyî.
 
Ez vê zihniyet û kiryarên komkujiyê bi tundî şermezar dikim. Ez bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin Elewiyan. Elewiyên pir bindest û di rewşek xirab de ne; wan gelek êş kişandine. Ji ber ku ew bêrêxistin û bêparastin in, ew rastî komkujiyan tên û trawmayên giran dijîn. Piştgirî û nerazîbûnên heyî hene, lê divê ev bi hêz û biryardariyek hîn mezintir berdewam bike. Divê piştgiriyek xurt ji bo Elewiyan hebe.
 
Daxwazên wan pir rewa ne. Elewî jî xweseriyê dixwazin. Ew pergaleke nenavendî dixwazin. Ew dixwazin Sûriye demokratîk be. Ew mafên xwe dixwazin, ew azadiyên xwe dixwazin. Ev daxwazên pir rewa ne. Her kesê ku derkeve kolanan dibêje 'Sûriyeyeke demokratîk' dibêjin 'pergaleke nenavendî'. Dibêjin 'pergaleke xweser'. Sûriye bi rastî tenê dikare bi vî awayî ji vî şerê navxweyî rizgar bibe. Ger Sûriye demokratîk nebe, eger Komara Sûriye ya Demokratîk a li ser herêmên otonom ên demokratîk, otonomî û sîstemeke nenavendî neyê avakirin û pêşxistin, Sûriye nikare ji vî şerê navxweyî û komkujiyan rizgar bibe. Ew nikare ji xetere û gefan rizgar bibe. Çareserî li vir e. Pêwîst e hemû hêzên girêdayî Sûriyê daxwazên Elewiyan, Durzî û Kurdan li ber çavan bigirin û cidî bigirin. Divê rast nêzî rastiya Sûriyeyê bibin. Eşkere ye ku çareserî di daxwazên gel de ye. Daxwaza bingehîn a Elewiyan û her wiha Durzî, Kurd û nasnameyên din ên li Sûriyê dijîn, Komara Sûriye ya demokratîk e ku li ser herêmên otonom ên demokratîk, otonomî û bi rastî jî nenavendîbûnê ye. Çareserî bi rastî li vir e. Ew di destûreke demokratîk de ye ku hemû nasnameyan nas dike. Li ser vê bingehê dubare dikim, ez kiryarên komkujiyan bi tundî şermezar dikim. Ez bang li her kesî dikim ku bi tundî piştgiriyê bidin Elewiyan, têkoşîna Elewiyan û têkoşîna gelên li Sûriyeyê."