Şaredariya Bismilê atolyeya 'Jiyana bê tundî' li dar xist
- 09:49 13 Mijdar 2025
- Rojane
AMED - Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bismilê bi jinan re civiya.
Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bismilê ya Amedê bi slogana "Gotina Me ya ji bo Jiyaneke Azad û bê Tundî bi dawî nebû, Em ê bi hev re tundiyê rawestînin" li gundê Baharliyê bi jinan re civiya. Komxebata ku bi 49 jinan re hate lidarxistin, li ser mijarên "Girîngî û Dîroka 25'ê Mijdarê", "Wekheviya Zayendî", "Tundiya li dijî Jinan" û "Mekanîzmayên Têkoşîna li dijî Tundiyê" hat sekinandin.
Beşa Polîtîkayên Jinan dê heta 30'yê Mijdarê li tax û gundên navçeyê xebata xwe bi dirûşmeya "Gotina Me ya ji bo Jiyaneke Azad û bê Tundî bi dawî nebû, Em ê bi hev re tundiyê rawestînin", bidomîne.







