Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Em ê Komkujiya Amûdê nedin jibîrkirin
- 09:40 13 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ku di salvegera Komkujiya Sînemaya Amûdê de komkujî bi daxuyaniyekê şermezar kir, wiha got: “Em ê tu car Komkujiya Sînemaya Amûdê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”
Di 13'ê Mijdara 1960'î de li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê 283 zarokên Kurd li Sînemaya Amûdê hatin şewitandin. Li Sînemaya Amûdê ku kapasîteya wê 120 kes bûn, piranî jê Kurd bi giştî 500 ew roj li wir bûn. Li sînemayê fîlmê Cerîmet Nisif el-Leyl (Sûcê nîvşevê) dihat pêşandan. Di carekê de agir bi perdeyan ket û di demek kin de li tevahiya eywanê belav bû. Eywana sînemeyê 130 metrekare bû û her du deriyên wê jî hatibûn girtin. Eywana sînemayê di demek kin de hilweşiya. Temenê wan di navbera 8 û 14’an de bi giştî 283 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di ser vê komkujiyê re 65 sal derbas bûn.
Yekîtiya Înîsiyatîfa Demokratîk di salvegera komkujiya Sînemaya Amûdê de bi daxuyaniyeke nivîskî komkujî şermezar kir.
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk di daxuyaniya xwe ya bi serenavê “Em ê Komkujiya Sînemaya Amûdê Ji Bîr Nekin” parve kir de wiha got: “Yek ji komkujiyên li ser gelê Kurd hatine pêkanîn jî bêguman komkujiya Sînemaya Amûdê ye. Her çiqas di ser re 65 sal jî derbas bûye, Amûdê hê jî dilşewat e, êş û azara gelê Amûdê berdewam e. Lewra di 13'ê Mijdara 1960'î de bi pêxistina agir a bi awayekî plankirî ya li Sînemaya Şehrazad li dîroka Kurdistanê trajediyeke bêhempa hat zêdekirin. Li Amûdê 283 zarokên Kurd ku temenên wan di navbera 8 û 14 salî de bûn ji ber vê şewatê canê xwe ji dest dan.”
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk destnîşan kir ku li Amûdê bi sedan zarok bi awayekî bizanebûn hatin qetilkirin û wiha domand: “Lewra rayedarên rejîma Baasê yên wê demê, kapasîteya sinemaya ku 200 kes bû 500 zarokên dibistana seretayî bi mecbûrî birin salona sînemayê. Dema ku agir bi sînemayê ket, deriyên salonê ji aliyê leşkeran ve li ser zarokan hatin girtin û nehiştîn agir were vemirandin û zarok xwe ji şewatê rizgar bikin. Ji ber vê tu guman nîne ku komkujiya sînemaya Amûdê, ji aliyê rejîma Baasê ve di çarçoveya dijminatiya gelê Kurd de bi awayekî organîze hat pêkanîn.
Rejîma Baasê bi polîtîkayên bêcezatiyê, sekna xwe ya hov bi awayekî zelal nîşanî hemû cîhanê da. Her çiqas di ser re bi dehan sal derbas bin jî, lêpirsîneke rasteqîn nehat destpêkirin, kujer nehatin cezakirin. Heta ku pirr caran bîranîna vê komkujiyê ji aliyê Baasê ve hat astengkirin, bi zext û zordariyê xwestin ku vê komkujiyê bidin jibîrkirin. Lê tenê ne li Amûdê; ji Mehabadê heta Amedê û ji Kerkûkê heta Efrînê, li seranserê Kurdistanê zarokên Amûdê her sal bi dilekî xemgîn tên bîranîn.”
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk got ku “Gelê Rojava ji bo ku careke din komkujiyên bi vî rengî li ser wan neyên ferzkirin li ber xwe dide” û wiha pê de çû: “Lewra heta van salên dawî, li ser gelê Kurd gelek polîtîkayên koçberî, qetlîam û pişaftinê hatin meşandin. Lê îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû Rojavayî dixwazin ku bi yekîtiya neteweyî û têkoşîneke rêxistînî heta hetayê rê li ber zilmê bigirin da ku komkujiyên weke sînemaya Amûdê êdî pêk neyên. Ji ber vê, divê hêzên navneteweyî û welatên herêmê bi awayekî cidî û adilane nêzikî banga gelê Rojava bibin, rêz li daxwazên wan ên demokratîk bigirin.”
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em ê tu car Komkujiya Sînemaya Amûdê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Di 65'emîn salvegera vê komkujiyê de em hemû zarokên ku bi awayekî hovane hatin qetilkirin bir rêzdarî û xemgînî bi bîr tînin; hestên xwe yên piştevaniyê bi malbatên Amûdê re parve dikin.”







