Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em li dijî tundiyê li qadan e
- 21:06 12 Mijdar 2025
- Rojane
STENBOL- Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li Qada Metro ya Çekmekoy daxuyaniyek da û got: “Li dijî binpêkirina keda jinê, tecrîd, şer, xespkirina qeyûman em bi baweriya xwe ya felsefeya ‘jin jiyan azadî’ di 25’ê Mijdarê de tên gel hev.”
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi dirûşmeya ‘ji bo wekhevî û azadiyê em ligel hevin’ li Qada Metro ya Çekmekoy daxuyaniyek da. Ligel hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar, gelek jin tevli bûn.
Hevseroka DEM Partî ya Sultanbeyli Gulbahar Kurum axivî û da zanîn ku wek her sal îsal jî jinan ji bo azadî û wekheviyê têkoşîn meşandine û got wê îsal jî di 25’ê Mijdarê de li kolanan bin.
Gulbahar Kurum balkişand ser tundiya li ser jinan û daxuyakirin ku ji bo bibin dengê jinan wê têbikoşin. Gulbahar Kurum wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî binpêkirina keda jinê, tecrîd, şer, xespkirina qeyûman em bi baweriya xwe ya felsefeya ‘jin jiyan azadî’ di 25’ê Mijdarê de tên gel hev.”







