Zanîna jinan a li ser xwezayê bi atolyeyê dê ji nû ve zindî bibe

  • 13:32 12 Îlon 2025
  • Rojane
 
AMED -Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dixwaze bi Atolyeya Çandiniya Giyayên Dermanî û Bîhnxweş a ku wê belaş organîze bike, têkiliya kevnar a jinan a bi xwezayê re ji nû ve zindî bike.
 
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, ji bo bîrxistina têkiliya kevnar a jinan a bi xwezayê re Atolyeya Çandiniya Giyayên Dermanî û Bîhnxweş dide destpêkirin. Qeydên atolyeya ku dê li Navenda Jiyana Jinan a Quça ya li navçeya Kayapinarê bêpere bê lidarxistin, dê di navbera 12-22’ê Îlonê de li navendên jiyana jinan ên Quça, Ben û Sen, Lalebey, Koşuyolu û Yenîkoyê û Navenda Lêkolîn û Bicîkirina Pirsgirêkên Jinan (DÎKASUM) bên kirin. Ji bo beşdarbûnê, tenê meraq û xwesteka fêrbûnê bes e.
 
Perwerdehiya bikêr li ser bikaranîna nebatan
 
Di atolyeyê de, dê bal bê kişandin ser rolên jinan ên wekî şifakar, bîrdar û pêşeng ên di dirêjahiya dîrokê de, û agahî li ser bikaranîna ewleh û bikêr a giyayên dermanî û bîhnxweş bên parvekirin. Di heman demê de, dê sûdên giyayan ên li hember rewşên ku jin di jiyana xwe de pir caran pê re rû bi rû dimînin, wekî çerxa menstruasyonê, menopoz, stres û bêxewiyê, bên gotûbêjkirin.
 
Atolye, ne tenê ji bo ku bibe qadeke hobî, her wiha ji bo ku bibe zemîneke parvekirina zanistî, siyasî û veguherîner e. Di atolyeyê de, dê xebatên praktîkî yên wekî çêkirina sîrke, krem, macûn, çay û rûn ji giyayan jî bên kirin.
 
Atolyeya ku dê hefteyê du rojan bê lidarxistin, dê du mehan berdewam bike. Di atolyeyê de dê sernavên wekî “Giyayên Şîfadar”, “Giyayên ku ji Kulîlkên Wan Sûd Tê Wergirtin”, “Awayên Bikaranîna Giyayan” û “Çandiniya Giyayan” cih bigirin.
 
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, bi gotina "Bila em zanîna giyayên şifayê bi hev re keşif bikin", bang li jinan kir ku beşdarî atolyeyê bibin.