Dengbêj Eda Mehdo bi stranan hat definkirin

  • 13:55 28 Tebax 2025
  • Rojane
 
RIHA - Hunermênda Êzidî ya Kurd Eda Mehdo, li Wêranşarê bi stranan hat definkirin.
 
Jina Êzidî ya Kurd Dengbêj Eda Mehdo ya ku li Almanyayê jiyana xwe ji dest dabû li gundê Burcê yê navçeya Wêranşar a Rihayê hate definkirin. Tevî zarok, xizmên wê û Hevşaredara Wêranşarê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Bedriye Yorgun, Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu û rêvebirên DEM Partiyê yên navçeyê û gelek kes bedşarî merasîma cenazeyê Eda Mehdo bûn.
 
Cenazeyê Eda Mehdo li balafirgehê hate pêşwazîkrin û ji bo definkirinê birin Goristana Burcê. Cenazeyê Eda Mehdo, bi stranên wê û bi zêmarên keçên ve li gorî rêûresmên Ezdayetiyê hat definkirin.