TJK-E’yê ji bo rawestandina cezayên îdamê bang kir

  • 11:51 28 Tebax 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bang li hemû jinan kir ku li dijî cezayên îdamê yên li hemberî jinên aktîvîst ên li Îranê, dengê xwe bilind bikin.
 
TJK-E’yê piştî erêkirina cezayê îdamê yê li jina aktîvîst Şerîfe Muhammedî hatî birîn, daxuyanî da.
 
Li Tehranê di sala 2022’yan de jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate qetilkirin. Li dijî vê yekê protesto û çalakî hatin lidarxistin, Şerîfe Muhammedî jî ji ber ku tevlî çalakiyan bû di sala 2023’yan de ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin û Dadgeha Bilind a Îranê ji bo wê biryara îdamê da. Biryara îdamê di Cotmeha 2024’an de hatibû betalkirin, lê di rojên borî de car din hate erêkirin.
 
TJK-E’yê diyar kir ku li dijî qetilkirina Jîna Emînî bi pêşengiya jinên Kurd berxwedaneke mezin a gel hate raberkirin û got, dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” weke sembola berxwedana jinan bandor li tevgerên jinan ên li cîhanê jî kir û bû dirûşmeyeke gerdûnî.
 
TJK-E’yê anî ziman ku dewleta Îranê dixwaze her kesê ku beşdarî van çalakiyan bûye, bi îdamê bitirsîne û got, “Em biryara rejîma molla qebûl nakin û ji bo demildest dest ji vê biryarê berde, em bang li saziyên navneteweyî dikin ku berpirsyarî bigirin. Li ku derê dibe bila em ê bibin dengê jinên ku rû bi rûyê zilmê mane, em bi Şerîfe Muhammedî re ne. Azadiya Şerîfe Muhammedî azadiya hemû jinan e û em bang li hemû jinan dikin ku ji vê biryarê re bêjin RAWESTE û dengê xwe bilind bikin.”