'Jin dixwazin bibin perçeyekî vê pêvajoyê'

  • 09:06 10 Tîrmeh 2025
  • Rojane

   

Semîha Alankûş 
 
SILÊMANÎ - Rojnameger Kurdistan Lezgiyeva ya bal bir ser girîngiya yekîtiya neteweyî got hatina gel hev a jinan hîmên yekîtiya neteweyî jî danî. Kurdistan Lezgiyeva ji bo banga Aştî û Civaka Demokratîk jî wiha got:" Banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' deng veda û moralek da mirovan. Jin dixwazin bibin perçeyekî vê pêvajoyê."
 
Rojnameger Kurdistan Lezgiyeva têkildarî rewşa jinan, pêşketina pêvajoyê, pirsgirêkên derdikevin pêş, avakirina Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Başûrê Kurdistanê û banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kir. Kurdistan Lezgiyeva wiha got:” Kar û xebatên jinan, hatina gel hev a jinan moralekî çêdike. Jin li vir di heman demê de daxwaza statuya Kurdistanê jî dikin. Her wiha dibêjin bila ne berjewendiyên şexsî yên neteweyî derkevin pêş.”
 
'Jinên kurd bedelên giran dane' 
 
Rojnameger Kurdistan Lezgiyeva di destpêkê de diyar kir ku jinên kurd ji dîrokê heta niha gelekî li berxwe dane û wiha got:”Dîrokeke berfireh a jinên li Başûrê Kurdistanê heye. Jinên li Başûr di nava tevgerên li vir derketine cihê xwe girtine. Bûne pêşmerge û di nav şer de jî cihê xwe girtine. Gelek jinên leheng jî hene. Yanî jinan bedelên gelek giran dane. Jinan para xwe ji gelek êşên li ser vê axê jî girtine. Di encamê de her jinekê ji civakê re pêşengî kirine. Rabûrdûyeke jinên Başûrê Kurdistanê ya bi vî rengî heye. Lê belê li gel êş, bedel û têkoşîna jinên kurd ên li Başûrê Kurdistanê di warê rêxistin û derxistina pêş a îradeya xwe gelekî lawaz mane. Niha Başûr yek ji rêxistinên jinan a ku herî zêde tê naskirin Yekîtiya Jinên Kurdistan e. Di binê vî banî de jinên kurd xwe bi rêxistin kirine.” 
 
'Pirsgirêkên jin pê rû bi rû dimînin'
 
Kurdistan Lezgiyeva di heman demê de li ser pirsgirên jinên kurd li Başûrê Kurdistanê pê rû bi rû dimînin sekinî û wiha pê de çû:”Ez jî li vir bi jinan re hevdîtinan pêk tînim. Lê piranî ji derveyî hinek partiyan dernakevin. Li vir partî hene û jin di nava van partiyan de cihê xwe digirin. Çiqas hilbijartin çêdibên û kota diyar dibin jî ne bi awayekî rêxistinkirî û derketina pêş a bi îradeya jinê ye. Jin elbet dikarin bi tena serê xwe gelek tiştî bikin lê belê bi serê xwe nebûne îrade. Wekî jin nebûne rêxistinbûyineke serbixwe. Pirsgirêkên mîna aborî, civakî û siyasî hene. Jin pir tên kuştin. Xwekuştinên jinan jî derdikevin pêş. Em dikarin bibêjin gelek sedemên vê yekê hene. Li Başûr di warê parastina jinan a di zagonê de jî pirsgirêk û kêmasî hene. Ji gelek waran û di gelek qadan de jin nikarin xwe biparêzin. Bêparastin tên hiştin. Li vir rêxistinên jinan hene lê belê têrê nakin. Heta cihekî dikarin herin. Jin li vir di warê aboriyê de jî nikarin debara xwe bikin. Loma jin gelek zehmetiyan dikşînin. Gelek bûyerên li vir diqewimin siyasî ne û li hember jinan e. Loma jin gelek caran bi tundiyê rû bi rû dimînin û nikarin dengê xwe bilind bikin. Di asteke hovane de jin di malên xwe de ji aliyê hevjîn, bira, bavê xwe ve tên kuştin. Lê gelek tiştên em nabihîzin jî hene. Ev pirsgirêkên esasî yên civakê ne.”
 
'Dengê jinan bû yek' 
 
Kurdistan Lezgiyeva di heman demê de bal kişand ser bandora felsefeya dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û wiha dewam kir:”Di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de pirek heye. Loma geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê bandorê li ser Başûrê Kurdistanê jî dike. Pirek di navbera me de heye. Dema serhildana ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kir rihekî rêxistinkirî û rihekî jinê derket holê. Jinên dixwazin di saziyan de cihê xwe bigirin an jî di vê felsefeyê de xwe bînin ziman hewl didin. Dixwazin bibin yek ji perçeyên vê felsefeyê. Ew jî dizanin dema jin xwe li dora vê rêxistinê kom bikin wê bibin hêz. Jinên Başûr di pêla ‘Jin jiyan azadî’ de bi jinên Rojhilat re dengê xwe kirin yek. Li Başûr jî gelek çalakiyên ji bo piştgiriya Rojhilatê Kurdistanê jî hatin lidarxistin. Lê pirsgirêka li vir ew e ku pêlên li vir derdikevin pêş demkî ne. Her wiha li Başûrê Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê jî çalaki çêbûn. Lê belê ev têrê nakên, heta demekê diçin. Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bûye wekî nasnameyekê.”
 
'Jin dixwazin bibin perçeyekî vê pêvajoyê'
 
Kurdistan Lezgiyeva her wiha bal bir ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û wiha got:”Banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd û ji bo jinên kurd gelekî girîng bû. Çiqas partiyên cuda yên kurdan hebin jî çiqas fikrên cuda hebin jî dema dibe meseleya neteweyî hest dibin yek. Yekem Rêberê ku ji bo jinên kurd bû dengek Birêz Abdullah Ocalan e. Û her jinek vêya hîs dike. Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo me cihê kêfxweşiyê bû. Ji ber hêvî û bawerî heye. Li Başûr jî gelek êş hatine jiyîn lê kes vê yekê naxwazin. Dixwazin pirsgirêk bi awayekî aram û aştiyane çareser bibin. Ya ku wê me rizgar bike hêz û baweriya me ye. Loma bangê deng veda û moralek da mirovan. Jin bi taybet dixwazin di vê pêvajoyê de jî cihê xwe bigirin. Jin dixwazin bibin perçeyekî vê pêvajoyê.” 
 
'Hatina gel hev a jinan hîmên yekîtiya neteweyî jî danî'
 
Kurdistan Lezgiyeva da zanîn ji bo yekîtî bê avakirin jinên kurd platformên yekîtiyê ava kirine û wiha got:”Konferansa Yekîtiya Jinên Kurd cara yekemîn di 2009’an de li Amedê pêk hat. Ya duyem jî li Hewlêrê pêk hat. Dema ev konferans li Hewlêrê pêk hat biryar hat dayin ya sêyem li Başûrê Kurdistanê li Silêmanî pêk were. Ji bo vê yekê jî ji çar beşên Kurdistanê û derveyî welêt, komîteyek hat avakirin. Konferansa sêyem pêwist bû di 2018’an de pêk bihata. Ji ber rewşa li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ev xebat her carê hat taloqkirin. Di nava vê salê de me biryar da ku em dîsa konferansa xwe li dar bixin. Li ser vî esasî îsal di 7’ê Nîsanê de li Silêmanî komxebatek hat lidarxistin. Biryar hat dayin endamên komîteyê werin gel hev û biryarê bidin. Di wê civînê de jî biryar hat dayin ku Platforma Jinên Kurd a Giştî ji çar parçeyên Kurdistanê û ji welat were avakirin. Ev yek bi raya giştî re jî hat parvekirin. Wê çaxê biryar hat dayin ku ev platform li aliyên cuda yên Kurdistanê bên avakirin. Li Bakur û Rojavayê Kurdistanê her wiha li Ewropayê jî platform hatin avakirin. Li ser vî esasî biryar hat dayin li Başûrê Kurdistanê jî platform bê avakirin. Yek ji armanca girîng a van platforman yekîtî bû. Ev karê ji bo yekîtiyê wê pêl bi pêl dewam bikin. Ji bo xebatên çand û hunerî jî biryar hatin dayin. Biryar hat dayin mîhrîcanên jinan jî li bajarên cuda yên Kurdistanê bên lidarxistin. Platforma di 5’ê Tîrmehê de li Silêmanî pêk hat li ser vî esasî pêk hat. Ji bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê jinan di vê platformê de cihê xwe girtin. Wexta jin hatin gel hevdu sê xalên girîng nîqaş kirin. Yek jê li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên civakî çine li ser wê nîqaş hatin kirin. Her wiha jinan bal birin ser pirsgirêkên me yên yekîtî û neteweyî. Jinan di heman demê de bal birin ser girîngiya konferansên bi vî rengî. Gelek jin bi vî rengî hatin gel hevdu. Jinan li vir diyar kirin ku pirsgirêk û êşa wan yek e. Hatina gel hev a jinan hîmên yekîtiya neteweyî jî danî. Hat gotin divê jinên li Başûrê Kurdistanê di nava hemû beşên Kurdistanê de bibin pirek. Her wiha bibin pirek di navbera kurdên dîasporayê de. Jinan gotin divê sînorên ji me re hatine danîn em perçe bikin û gotin êdî tu wateya sînoran nemaye. Jinan gotin ew xwediyê wê hêzê ne ku wan sînoran perçe bikin. Me ev hêz di jinan de dît. Wekî Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Başûrê Kurdistanê bi vî rengî wê xebat bên meşandin. Wê di heman demê de di binê vî banî de amadekariya konferansên dinê jî bên kirin. Em bi taybet îsal hewl didin hem konferansên xwe navxweyî li dar bixin hem jî ber bi konferanseke neteweyî ve biçin.” 
 
'Bila berjewendiyên neteweyî derkevin pêş'
 
Kurdistan Lezgiyeva da zanîn divê kurdên ji her aliyê Kurdistanê di nava dan û standinekê de bin û wiha got:”Kar û xebatên jinan, hatina gel hev a jinan moralekî çêdike. Jin li vir di heman demê de daxwaza statuya Kurdistanê jî dikin. Her wiha dibêjin bila ne berjewendiyên şexsî yên neteweyî derkevin pêş. Jin dixwazin derî ji bo her aliyên Kurdistanê vebin. Gelê Kurd li her aliyên Kurdistanê herin û werin. Hevdu nas bikin. Jinan xwestin kurd bi rêya yekîtiya neteweyî her carê bên gel hevdu.” 
 
'Jinan di pêvajoyê de rola xwe lîstin'
 
Kurdistan Lezgiyeva bi lêv kir ku ji bo pêvajo bê fêmkirin ew xebitîne û wiha bi dawî kir:”Jinan piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ya Birêz Abdullah Ocalan rola xwe lîstin. Ji bo ev pêvajo bê famkirin jinan xebat kirin. Li Başûrê Kurdistanê jî kêm be jî di vî warî de xebat hatin kirin. Pêwist e xebatên hîn berfireh bên kirin. Divê tenê di gotinan de nemîne. Li hemû beşên Kurdistanê ev pirsgirêk hene. Em heta derekê diherin û em dibêjin ev têrê dike. Divê em têrker nebînin. Divê em pêşengiya xebatan bikin û bi jinên ji derveyî me ji nîjadên din jî têkiliyê deynin. Heger em li ser axa xwe di warê xebatan de serkeftî bin em ê bikaribin li derveyî welat jî serkeftî bin. Her wiha jinên kurd wexta xwe ewle hîs bikin, xwe bi hemû berhemên xwe tevli bikin wê demê jixwe pirsgirêkên civakê jî çareser dibin. Ji bo em xwe bigihînin civakê em xebatên bi vî rengî girîng dibînin. Di heman demê de armanca me ew ku em her zaravayên kurdî hîn bibin, nasnameya xwe biparêzin.”